Şaredariya Dêrsîmê navên 15 kolanan diguherîne


Dêrsîm (Rûdaw)- Navên rêberên Komkujiya Dêrsîmê ya 1937-38an li 15 cih, kolan û papûrên navenda bajarê Dêrsîmê tê kirin.

Piştî biryara Encûmena Şaredariya Dêrsîmê, bi pesendkirina Parêzgarê heman bajarî, dê navên dîrokî yên Dêrsîmê li cih, kolan û papûran bên kirin.

Demeke berê Encûmena Şaredariya Dêrsîmê biryar dabû ku navê Seyîd Riza û navên heft hevalên wî yên pê re hatibûn bidarvekirin li kolan û papûrên Dêrsîmê bike. Ev biryara şaredariyê ji aliyê parêzgarê bajêr ve jî hat pesendkirin.

Di rojên bê de ji aliyê hevşaredarên Dêrsîmê yên nû Mehmet Alî Bûl û Nûrhayat Altûn ve dê tabelayên nû yên cih, kolan û papûran bên hilawestin.

15 kolan û papûrên ku dê navên wan bên guhertin, digel navên kevin û nû wiha ne:

Meydana Kişla wê bibe Meydana Seyîd Riza (Li Taxa Mogûltay)

Parka Îsmet Înonu  wê bibe Parka Zarîfe Xanim  (Li Taxa Mogûltay)

Papûra Ovacık Yolû  wê bibe Papûra Alîşêr  (Li Taxa Mogûltay)

Papûra Okûllar wê bibe Papûra Dr. Nûrî Dêrsîmî  (Li Taxa Mogûltay)

Papûra Cengîz Topel  wê bibe Alîyê Mîrze  (Li Taxa Mogûltayê)

Kûçeya Ata wê bibe Parêzer Alî Demîr (Li Taxa Mogûltayê)

Papûra Hurriyet wê bibe Papûra Mûsa Anter (Li Taxa Mogûltayê)

Kume Evleri wê bibe Papûra Besê (Li Taxa Alî Baba)

Kûçeya Merdîvan wê bibe Kûçeya Sahan Axa (Li Taxa Alî Baba)

Papûra Cemal Gursel wê bibe Papûra Findiq Axa (Li Taxa Alî Baba)

Papûra Fevzî Çakmak wê bibe Papûra Wûşenê Seydî (Li Taxa Alî Baba)

Papûra 237. wê bibe Hesenê Îvrayîmî  (Li Taxa Cûmhûriyetê)

Papûra 236. wê bibe Wûşenê Reşik  (Li Taxa Cûmhûriyetê)

Papûra 23. wê bibe Hesenê Civrayîl  (Li Taxa Ataturk)

Papûra Elazıg wê bibe Papûra Dêrsîm  (Li Taxa Ataturk)