Hewlêr (Rûdaw) - TUIKê ragihand ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê enflasyana sibatê ji sedî 2,27 zêde bûye û ya salane jî jî gihiştiye ji sedî 39,05an.
Lê belê ENAGê jî diyar kir ku enflasyona sibatê ji sedî 3,37 zêde bûye û ya salane gihiştiye ji sedî 79,51ê.
Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) û Grûpa Lêkolînên Enflasyonê (ENAG), îro amarên enflasyonê yên meha Sibatê û yên salane eşkere kirin.
Di navbera amarên her du saziyan de ferqeke zêde heye.
Li gorî amarên TUIKê, enflasyona sibatê ji sedî 2,27 û ya salane ji sedî 39,05 e.
Lê belê li gorî saziya ENAGê ya serbixwe jî, enflasyona sibatê ji sedî 3,37 û ya salane jî ji sedî 79,51 e.
Li gorî amarên TUIKê, meha sibatê li gor meha Kanûna Paşîn a 2025an herî zêde bi rêjeya ji sedî -5,06an bihayên cilûbergan daketiye.
Herî zêde jî bi rêjeya ji sedî 9,92an bihayên sektora perwerdeyê zêde bûye.
Her wiha li gor heman meha sala borî herî kêm bi rêjeya ji sedî 20,84an bihayên sektora cilûbergan zêde bûne.
Li aliyê din herî zêde bi rêjeya ji sedî 94,90î bihayên sektora perwerdeyê zêde bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse