Jinbavê keçhiliya xwe şewitand û kurhiliyê xwe kuşt

Hewlêr (Rûdaw) – Asyişa Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Tebqeyê yê Reqayê, tawanê kuştina zarokekî piştî 2 salan kifş kir.

Li gorî rêxistinên mirovî yên pêwendîdar, sala 2023yan li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de 5 tawanên kuştina zarokan rû dabû.

Yek ji wan tawananên ku hatibû kirin, piştî 2 salan hat eşkerekirin.

Li bajarê Tebqeyê yê Reqayê, 10ê Tîrmeha 2023yan jinbavekê nevisiyê (kurhilî) xwe kuştibû.

Jinbav li xwe mikur hat

Ew jinbav li xwe mikur hat û got ku wê berî 2 salan, dema ku hevjînê wê ji malê derketibû û kurê wî yê 4 salî kuştiye.

Keçhiliya xwe şewitandiye

Endamê Beşa Rûbirûbûna Tawanan a Asayîşa Tebqeyê Wail Mehmûd derbarê bûyerê de got:

"18ê Sibata 2024an em ji aliyê Nexweşxaneya Tebqeyê ve hatin agahdarkirin ku zarokeke 5 salî rûbirûyî kiryareke şewitandinê bûye û guman heye ku bi qest hatibe kirin.

Em çûn nexweşxaneyê, navê zarokê Qemer Meslûb bû. Li gorî rapora bijîşkî diyar bû ku şewitandina zarokê ji aliyê jinbavê ve bûye.

Piştî lêkolîneke dirêj, jinbavê itîraf bi tawanê şewitandina Qemerê kir got ku wê ji ber zilma hevjînê xwe kiriye.

Lê ya nedihat zanîn ew bû ku wê itîraf bi kuştina birayê Qemerê yê 4 salî jî kir. Birayê Qemerê jî berî du salan kuştibû”

Dema zikreşî û kîndarî xwe berdidin nav dilê mirov, wê gavê hiş û aqil namîne, mirov hov dibe.

Şewitandina Qemera 5 salî tawanê kuştina birayê wê jî kifş kir.

“Mela ew şûşt û me veşart”

Jinbava Qemer û Mehmûd got:

"Berî 2 salan hevjînê min ji malê derket, kurê wî yê 4 salî Mehmûd li pey wî derket derve û giriya, min xwest wî razî bikim.

Min rahiştê û ew li erdê xist û ew ji hişê xwe çû. Min av avêtê lê nehat ser xwe.

Paşê min gazî cîrana xwe kir, kurik bê nefes bû, me ew bir ba bijîşk lê canê xwe ji dest dabû.

Mela ew şûşt û me ew veşart. Êvarî zilamê min hat, min got li gorî bijîşk lawik ji ber qutbûna nefesê canê xwe ji dest daye lê min ne got min ew li erdê daye."