Roja hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar bû

03-03-2024
RÛDAW
Nîşan Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryarnameya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê îmze kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku dê hilbijartinên Parlamantoya Kurdistanê 10ê Hezîrana 2024an bên kirin.

Li gorî daxuyaniya Serokatiyê, Nêçîrvan Barzanî ferman daye ku hilbijartinên serdema şeşan ên Parlamantoya Kurdistanê 10ê Hezîrana 2024an bên encamdan.

Li gorî biryarnameyê, divê hemû alî hevkariyê bi Lijneya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê re bikin û berpirsiyariyên xwe bi cih bînin.

Çi bûbû?

Biryar hatibû dayîn ku hilbijartinên Parlamantoya Kurdistanê Çiriya Pêşîna 2022yan bên kirin.

Lê ji ber nakokiyên di navbera Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdisyanê de (YNK) ev hilbijartin hatibûn taloqkirin û dema peywira Parlamantoya Kurdistanê salekê hatibû dirêjkirin.

Dadgeha Fedaral a Îraqê Gulana 2023yan biryar da ku dirêkjirina dema peywira Parlamantoya Kurdistanê ne yasayî ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî vê yekê biryar da ku hilbijartin 25ê Sibata 2024an bên kirin.

Ji ber ku Dadgeha Fedaral a Îraqê giliyên li ser “kotayên pêkhateyan” û “Yasaya Hilbijartinan a Parlamentoya Kurdistanê” dinirxandin pêvajo rawestiyabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst