Keçeke Kurd a Êzidî piştî 10 salan hat rizgarkirin

03-03-2024
RÛDAW
Nîşan Kurdên Êzidî Rizgarkirin Şingal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keçeke Kurd a Êzidî ku sala 2014an ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibû revandin, piştî ku li Rojavayê Kurdistanê hat rizgarkirin, vegeriya Şingalê.

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan Husên Qaidî îro ji Rûdawê re got, “Ew keç doh vegeriya Şingalê û dê di rojên bê de vegere cem xizmên xwe yên li Dihokê.”

Qaîdî got ku dê û bavê keçikê koça dawî kiriye û ew dê vegere cem xizmên xwe.

Navê keça Kurd a Êzidiya ku hatiye rizgarkirin Kovan Îdo ye.

Ew berê li Kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê bû û dema ku hat revandin 16 salî bû, niha 26 salî ye.

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Rizgarkirina Revandiyan, heta niha 3 hezar û 575 Kurdên Êzidî hatine rizgarkirin.

Di êrişa 3yê Tebaxa 2014an a li Şingalê de DAIŞê bi hezaran Kurdên Êzidî qetil kirin û 6 hezar û 417 kes jî revandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst