Namzedê nû yê DEM Partiyê yê Bedlîsê diyar bû

Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê piştî betalkirina namzediya Farûk Îşler, li şûna wî Mehmet Nezîr Karabaş wekî namzedê Şaredariya Bedlîsê destnîşan kir.

Li ser îtiraza AK Partiyê bi hinceta ku “ji erka xwe îstifa nekiriye” namzediya namzedê Hevserokê Şaredariya Bedlîsê yê Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Faruk Îşlek ji aliyê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê (YSK) ve hatibû betalkirin.

Serokatiya Navçeya Navendî ya Bedlîsê ya AK Partiyê ji bo betalkirina namzediya namzedê DEM Partiyê yê Şaredariya Bedlîsê Faruk Îşlek, namzedê Endamê Meclîsa Parêzgehê Çetîn Gulmez û Endamê Meclîsa Şaredariyê Hakim Kandore serî li Desteya Bilind a Hilbijartinan a Bajêr dabû.

Desteya Bilind a Hilbijartinan a Bajêr biryar dabû ku namzediya her sêyan bê betalkirin lê li ser îtiraza DEM Partiyê ev biryar paşde hatibû kişandin.

Vê carê ji aliyê nûnerê AK Partiyê yê Desteya Bilind a Hilbijartinan a Tirkiyeyê Recep Ozel ve di 1ê Sibatê de serlêdana îtirazê hat kirin.

Desteya Hilbijartinan bi hinceta "ji endamtiya Desteya Rêveber a navçeya navendî ya partiyê îstifa nekiriye" namzediya Faruk Îşlek betal kir.

Biryar hat dayîn ku namzediya endamên meclîsê yên din jî berdewam bike.

Nezîr Karabaş bû namzedê nû

Li ser redkirina serlêdana Farûk Îşler, DEM Partiyê li şûna wî Parlamenterê berê yê Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) Mehmet Nezîr Karabaş wekî namzedê Hevserokê Şaredariya Bedlîsê destnîşan kir.