Li Mûşê otomobîla parkkirî teqiya: Şofêr birîndar bû
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mûşê otomobîleke parkkirî teqiya, şofêrê otomobîlê birîndar bû.
Li gorî zanyariyan şeva borî li Baxçeya Gel a Mûşê, otomobîleke parkkirî ji ber sedemeke nediyar teqiya.
Di teqînê de otomobîl têk çû. Şofêrê otomobîlê Hamza Guresmer jî birîndar bû û di otomobîlê de asê ma.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û şaredariyê çûn cihê bûyerê.
Şofêrê birîndar ji aliyê tîmên şaredariyê ve ji cihê ku asê maye hat derxistin û tîman ew bir Nexweşxaneya Dewletê ya Mûşê.
Karmendê Parastina Sivîlan a Şaredariya Mûşê Serdar Soylu ragihand, piştî ku hatine agahdarkirin ew yekser çûne cihê bûyerê û got:
“Şofêr di otomobîlê de asê mabû. Me ew derxist û radestî tîmên tenduristiyê kir. Rewşa birîndar baş bû.”
Hat ragihandin ku ji bo diyarkirina sedemên teqînê dest bi lêkolînê hatiye kirin.