STENBOL – Got 'Ev der herêma Kurdan e' hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Kesê ku li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê, di hevpeyvîna xwe ya li kolanê de gotibû, "Ev der herêma Kurdan e", hat desteserkirin.

Gencekî Kurd ê bi navê Y.S. li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê, ji kanalakê medyaya civakî ya bi navê “Soz Sende”yê re axivibû û vedana çadira Zafer Partiyê ya ji bo propagandeyên hilbijartinan rexne kiribû.

Gencê bi navê Y.S gotibû, “Ev der herêma Kurdan e, vekirina çadira Zafer Partiyê li vê derê tiştekî şaş e.”

Li gorî dîmenên vîdeoyê, kesên ku wê demê li derdorê kom bûne jî bertekên tund nîşanî Y.S. didin.

Keçeke ciwan jî dibêje, “Ev der ne herêma Kurdan e. Kurdistan qet dê ava nebe.”

Li gorî agahiyan, piştî belavbûna dîmenan Rêveberiya Ewlehiyê ya Stenbolê derbarê bûyerê lêkolîn daye destpêkirin.

Polîsan bi hinceta ku Y.S., “Bi gotinên xwe xelk ji bo kîn û dijminatiyê han daye” desteser kir.