Li Meletiyê erdhej çêbû: Wezîr daxuyanî da

03-03-2024
RÛDAW
Nîşan Wêranşar Meletî Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Meletiyê erdhejeke bi hêza 4,4 pileyan çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku îro li navçeya Wêranşarê ya Meletiyê erdhej çêbû.

Li gorî AFADê, erdhej demjimêr 17:43yan çêbûye û hêza wê 4,4 pile bûye.

AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 7,31 kîlometre bûye.

Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyê Alî Yerlîkaya jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê erdhejê peyamek belav kir û got:

"Ji bo lêkolîna qada erdhejê tîmên pêwendîdar ên AFAD û saziyên din li ser kar in.

Niha rewşeke neyînî nîne. Em rewşê dişopînin."

Li aliyê din, derbarê zererên erdhejê de heta niha ti zanyarî nehatine belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst
 

Nûçeya dawî

Îsmaîl Beşîkçî û Nêçîrvan Barzanî /Wêne: Serokatiya Herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir

ku Nêçîrvan Barzanî ji ber ku li ser Kurdan lêkolîn kirine û di bidestxistina mafên xwe de piştgiriya gelê Kurd kiriye spasiya Îsmaîl Beşîkçî kir