Nêçîrvan Barzanî: Dê Pêşmerge bibin yek

03-03-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di Foruma Hewlêrê de ragihand “Proseya yekgirtina hêzên Pêşmerge bi awayekî cidî dest pê kiriye. Yekgirtina hêzên Pêşmerge di şev û rojekê de nayê çareser kirin, lê ev destpêşxerî pir ciddî ne. Hevpeymaniya Navdewletî bi taybetî jî Amerîka di vî warî de piştgiriya me dike. Pêvajo hêdî hêdî pêşve diçe. Pêşmerge dê bibin yek.”

Careke din û tekezkirineke rijdtir li ser yekbûn û rêkxistina hêzên Pêşmerge.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hevdem ku Fermandarê Hêzên Çekdar e jî, li korbenda salane ya Hewlêrê axaftineke nû di vê derbarê de kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî dibêje “Em sibehê bi amadebûna Cîgirê Serokê Hermê jî û efserên Wezareta Pêşmerge bi hêzên hêzên hevpeymanî re ji bo vê babetê civiyan. Dibe ku hengav ne pir bilez bin lê hengavên cidî ne. Li gorî peymana ku me bi Amerîkayê re çêkiriye pêvajoyek li pêşiya me ye, em heta niha di çarçoveya vê pêvajoyê de gelekî baş bi pêş ve çûne.”

Li gor berpirsên Wezareta Pêşmerge, ev zêdeyî sê mehan dibe wezaretê dest bi pêkanîna du firqeyên serbazî yên Pêşmerge kiriye, û her firqeyek çar lîwayan li xwe digire. Proseya yekbûna van lîwayan jî berdewam e.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî, behsa yekbûna herdû hêzên 70 û 80ê dike û dibêje dibin hêza 150.

Nêçîrvan Barzanî got “Amerîka jî piştgiriyê dide mijara yekkirina Pêşmerge û li ser vê mijarê bi me re ne, lê ev mesele bi şev û rojekê çareser nabe. Tiştê ku niha em dibînin ev e ku biryareke cidî ya siyasî heye û herwiha hevpeymanî bi taybetî jî Amerîka ji bo vê meseleyê bi awayekî cidîtir li ser xetê ye. Hengav hêdî hêdî ber bi pêş ve diçin û dibin 150”

Welatên hevpeyman jî, ji xeynî projeya yekbûn û rêkxistina hêzên Pêşmerge, berdewam di warê maddî û mehnewî de alîkariya PDK û YNKê dikin ku pêwîstî heye hêzan bikin yek di saziyên hikûmetê de.

Roja 16ê Sibatê, konsulê giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Erven Hiks bi vî awayî behsa yekbûna hêzên Pêşmerge bo Rûdawê kir, û amaje bi wê yekê da, ev pêngav alîkar dibe bo vegerandina aramiyê heta bo Şingalê jî.

Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Irvin Hicks diyar kir “Niha yekeya heftê û heştê heye, û daku bikaribin wan bikin yekeyeke hevgirtîû bi bandor, ez dikarim bibêjim pêwîstiya me bi yekeya 150 heye, ne 70 û 80, ev jî dibe hêzeke bi bandor daku parastin û asayîş li wan navçeyan hebe, ev jî dibe sedema vegera koçber û penaberan bo cihên xwe.”

Roja 22ê Gulana sala borî, Nêçîrvan Barzanî di rêûremên derçûna xula 6ê ya efseran û xula 16ê ya Pêşmergeyan de li kolîja serbazî 3ê ya Qelaçolan, daxwaz ji Partî û Yekîtî kir “Destê partiyan li ser Pêşmerge rakin.” û di vê derbarê de hişyarî jî da, piştî 3ê rojan di rêûresmên derçûna efseran li kolîja serbazî ya Zaxoyê de heman daxwazî kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst