Guterres li Hewlêrê: Kampa Holê weke bombeyekê ye

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di bersiva pirseke Rûdawê de ragihand, çîrokên ku wî derbarê êş û azarên li Kampa Holê de bihîstine bandor li wî kirine. Antonio Guterres herwiha diyar kir, her welatek ji wêya berpirsiyar e ku welatiyên xwe yên li Kampa Holê vegerîne û tekez kir, “Kampa Holê weke bombeyê ye.”

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di serdana du rojî de serdana Iraq û Herêma Kurdistanê kir. Antonio Guterres roja Pêncşemê 2ê Adara 2023 gihîşte Hewlêrê û bi Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîr, Seroka Parlamentoyê û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re civiya.

Piştî wan civîn û hevdîtinan, Guterres konferanseke rojnamevanî li bajarê Hewlêrê saz kir û têde derbarê serdana xwe ya bo Bexda û Hewlêrê agahî dan.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî di bersiva pirsa Mecîd Nizamedîn Gilî edîtorê dîplomasî yê Rûdawê li New Yorkê de ku “ji ber aloziyên şerê Rûsya û Ukraynayê, civaka navdewletî Iraq û Herêma Kurdistanê ji bîr kirine ku hêj pêdiviya wan bi alîkariyên mirovî û piştgiriyê heye, gelo pirsgirêkên vê herêmê hê jî di bîra we de ne?” amaje bi serdana xwe bo Iraqê kir û got: “Ez li vir li Iraqê me, ji ber vê yekê em tiştên ku li Iraqê diqewimin dinirxînin; Ev çavkaniya hêviyê ye, lê di heman demê de jî divê bibe sedem ku civaka navdewletî piştgiriya hikûmet, gelê Iraqê û gelê Herêma Kurdistanê bike.”

Guterres da zanîn, ew bi ti awayî nikarin pirsgirêkên li cîhanê paşguh bikin û tekez kir: “Gelê Ukraynayê û hemû cîhan ji ber dagirkeriya Rûsyayê ya li Ukraynayê êş û azarê dikişîne.”

Berî serdana xwe ya bo Hewlêrê, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî serdana Kampa Cedaa li parêzgeha Neynewayê û li başûrê bajarê Mûsilê kiribû.

Guterres li wê derê jî di bersiva pirseke din a Rûdawê de têkildarî rewşa kampan ragihand: “Çîrokên ku min derbarê êşên xelkê li Kampa Holê bihîstine, bandor li min kirin. Di wê baweriyê de me ku berpirsyariya hemû welatan e ku welatiyên xwe vegerînin. Min gelek caran ew yek gotiye û îro jî dibêjim li pêşiya kamerayan. Kampa Holê weke bombeyekê ye. Divê hemû welat weke Iraqê bikin; Iraq welatiyên xwe werdigre û planekê pêk tîne ji bo wan kesan tevlî civakê bike. Min bixwe jî dîtiye ku gelek hewl dane ku tevli civaka Iraqê bibin, lewra pir giring e ku mînaka Iraqê li hemû cîhanê bê cîbicîkirin.”