TIHV: Li herêma erdhejê 17 kes rûbirûyê îşkenceyê bûne

03-03-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Binpêkirin TIHV
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Weqfa Mafên Mirov ya Tirkiyê ragihand ku li herêma erdhejê di 9 bûyerên cûda de 17 kes rûbirûyê îşkencê bûne û kesekî jî ji ber tûndûtîjiyê canê xwe ji dest daye.

Weqfa Mafên Mirov ya Tirkiyê (TIHV) derbarê binpêkirinên mafên mirovan de ku di navbera 6 û 27ê Sibata 2023an li herêma erdheja Mereşê de çêbûne raporek amade kir.

Li gor rapora Weqfa Mafên Mirov di navbera 6 û 27ê Sibata 2023an de li girtîgehên herêma erdheja Mereşê di encama midexaleya hêzên emnî 3 girtiyan canê xwe ji dest dane û 9 girtî jî birîndar bûne. Herwiha kesekî jî ji ber tûndûtîjiyê û îşkenceyê canê xwe ji dest daye û di 9 bûyerên cûda de bi giştî 17 kes rûbirûyê îşkencê bûye. Di vê pêvajoyê de herî kêm 10 kes jî birîndar bûne.

Di raporê de behsa binpêkirina mafên rojnamevanan jî tê kirin ku li herêma erdhejê herî kêm 22 rojnamevanên karê xwe dikirin rûbirûyê midexaleyê bûne. Hêzên emnî midexaleya 11 rojnamevan û kesên sivîl jî midexaleya 11 rojnamevanan kiriye û 1 rojnamevan jî birîndar bûye. Herwiha 4 rojnamevan jî hatiye desteserkirin. 1 rojnamevanê biyanî hatiye astengkirin û di vê pêvajoyê de 2 rojnamevan jî bi hinceta peyamên xwe yên li ser medya civakî hatine girtin.

Bi giştî derbarê 575 kesan de bi hinceta parvekirinên erdheja Mereşê kar û barê yasayî hatiye destpêkirin û ji wan 144 kes hatine desteserkirin û 27 kes jî hatine girtin.

Di raporê de tê gotin deshilatên siyasî berpirsiyartiyên xwe bicih neanîne û li gor pêwîstiyên zanistî amadekariya erdhejê nehatiye kirin û ew jî binpêkirina mafê jiyanê yê mirovan e.

Roja 6ê Sibata 2023an du erdhejên bi hêzên 7.7 û 7.6 pile ku navenda wan Mereşa Bakurê Kurdistanê bû, 11 parêzgehên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê hejandin. Li gor amarên fermî, heta niha zêdeyî 45 hezar kesan li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê canê xwe ji dest dane û zêdeyî 115 hezar kes jî birîndar bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst