Serê Kaniyê: Li şûna alîkariya xwarinê rejû belav kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Serê Kaniyê ya Rojavayê Kurdistanê li şûna alîkariyên kelûpelên xwarinê, komir ji bo xelkê hatiye dayîn.

Îro Înê li Serê Kaniyê li şûna alîkariyên ku biryar bû kelûpelên xwarinê bin û li ser xelkê bêne dabeşkirin, derketiye ku di wan telîsên alîkariyan de komir e û ti kelûpelên xwarinê tê de nînin.

Vîdeo îro hatiye belavkirin û tê de derdikeve ku xelk bi acizî wan telîsan diqetênin û Encûmena Xwecihî ya Serê Kaniyê bi dizîna wan alîkariyan tometbar dikin.

Li gor axaftina xelkê ku di vîdeoyan de diaxivin, ew dibêjin ku Encûmena Xwecihî ya Serê Kaniyê alîkarî ji xwe re birine û bi komirê guhertine.

Li gor çavkaniyên taybet bi Rûdawê, ev alîkarî berî sê çar rojan hatine û ji 6 barhilgiran pêk dihat.

Komîteya Koçberên Serê Kaniyê jî di daxuyaniyekê de ragihandiye ku derbaskirina alîkariyan bi rêya rêxistinên ser bi Neteweyên Yekbûyî ve ji bo Serê Kaniyê şermezar kir û ew weke karekî dûrî rêkeftin û yasayên navdewletî bi nav kir û bi piştevaniya dagirkirinê û çekdarên ku guhertina demografîk encam didin, tometbar kir.