Li Şirnexê kurmên qaçê zerarê didin zeviyên çandiniyê

03-03-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Şirnex
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Cizîr û Hezexê yên parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê, kurmên qaçê zêde bûne û vê yekê jî zirareke mezin gihandiye zeviyên cotkariyê. Nîştecihekî gundê navçeya Hezexê dibêje, cara yekem e ku rûbirûyê kurmên ewqasî zêde bûne. Alîkarê Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Şirnexê dibêje, ji ber ku 3 sal in hişkesaliyeke dijwar heye, îsal kurm zêdetir bûne, ji ber hişkesaliyê giya şîn nabe û kurm jî ji bo xwarinê tên zeviyên çandiniyê.

Kurman wek pêleke deryayê zevî dane ber xwe û her diçin belav dibin.

Li navçeyên Cizîr û Hezexê yên parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê bi destpêkirina hewaya germ, kurmên qaçê zêde bûne û zerarê didin zeviyên çandiniyê.

Alîkarê Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya parêzgehê Hurşît Acar amaje bi wê yekê dide, ji ber ku 3 sal in hişkesaliyeke dijwar heye îsal kurm zêdetir bûne û zûtir derketine holê.

Alîkarê Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Şirnexê Hurşit Acar anî ziman, “Ev kurmên ku em ji wan re dibêjin kurmên qaçê, li gor salên borî îsal zûtir derketin. Dema hindik bin zerara wan nîne lê li giştî herêmê zêde bûne. Bi taybet ji ber hişkesaliyê giya şîn nabe û kurm jî ji bo xwarinê tên  zeviyên çandiniyê.”

Nîştecihê gundê Şêx Hesen ser bi navçeya Hezexê dibêje cara yekemîn e ku rûbirûyê kurmên hewqasî zêde bûne û li gundê wan kurman qadeke nêzîka 30 kîlometreyî dane ber xwe.

Nîştecihê gundê Şêx Hesen Mehemt Ali Şigvan got, “Nêzîkî hefteyekê ye kurm bûne bela gundê me. Me bi derfeta xwe zeviyên çandî derman kirin, lê careke din kurm ji cihekî din hatin nav zeviyê. Em nikarin çareser bikin.”

Li gor zanyariyên Rêveberiya Çandinî û Daristanê ya Şirnexê bi armanca lêkolîn û dermankirina kurman, tîmên girêdayî Rêveberiya Enstitûya Rûbirûbûna Çandiniyê ya Amedê çûne her du navçeyan. Tîmên kar derbarê dermanên bên bikaranîn û tedbîrên bên wergirtin de zanyariyan didin da ku zeviyên hene zerareke zêde nebînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst