Mexdûrekî erdhejê: Ji bo vexwarinê av bi dest me nakeve

Hewlêr (Rûdaw) - Meletî ya Bakurê Kurdistanê yê ku bajarekî mezin e niha vala ye. Li Meletiyê xelk gazinan ji rewşa xwe dikin. Hinek kes dibêjin, heta niha jî ne çadirek bi destê wan ketiye û ne jî cihek heye ku lê bimînin. Mexdûrekî erdhejê gilî dike û dibêje, “Ji bo vexwarinê av bi dest me nakeve.”

Karesata ku di 6ê Sibatê de 11 bajar wêran kirin li Meletiyê bi paşlerzeyên bihêz girantir dibe. Beşeke pir kêm ji şêniyê bajêr ku bajar hîn neterikandiye jî êdî sedemên mayînê ji dest dide. Ji ber bu bajar ziviriye xofxaneyekê.

Welatî Gazî Turvar anî ziman, “Helbet derfet hebe ez ê herim. Ez çi bikim li vir. Ez ê çi bixwim, çi vexwim. Çi ma? Kon bi dest me nakevin. Ava vexwarinê nîne av. Bo vexwarinê av bi dest me nakeve.”

Mexdûrê erdhejê Şevket Aydin giliyên xwe kirin û got, “Ez weke mexdûrekî diaxivim. Niha konek jî nedane min. Alîkariya konteyner nehatiye kirin. Ez diçim AFADê kon nadin min. Bi tu awayî ez nikarim sûd ji derfetekê werbigirim.”

Li nava bajêr tu kuçeyeke ku kavilan nebirîbe nemaye. Bi dehan cîhûvarên geşt û dîrokî jî di erdê re bûne û yek ji bedewtirîn bajarên Bakurê Kurdistanê êdî gelek dûr e ji wê şewl û çirûska xwe ya berê, xelkê wê jî girî û gazinc di qirikê de.

Mexdûrê erdhejê Suleyman Bulut got, “Xaniyê min rûxiya. Zarekî min ê astengdar heye. Hevjîna min lê dinêre lê ew jî niha mihtacî lê mêzekirinê ye. Min ew şandin Antalyayê. Ez ji AFADê heqê rê dixwazim ku herim ba wan lê nadin.”

Di her du erhêjên mezin de li Meletiyê 3 hezar û 899 avahî rûxiyabûn. Nêzikî 24 hezar avahî xisarlêyên giran in. Hejmara miriyan jî beriya 2 hefteyan weke hezar û 386 hatibû ragihandin lê awêneyê bajêr û amar, li hev nakin.