Li Qersê 3 gurên birçî daketin nav gund

03-03-2023
RÛDAW
Nîşan Qers Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê 3 gurên birçî daketin gundekî.

Li parêzgehên Herêma Serhedê ew demek e pileya germayê dadikeve û berfeke zêde li wan parêzgehan bariyaye.

Berf û serma ji bilî mirovan bandorok nerênî li jiyana ajelên kovî jî dike, lewra di peydakirina xwarinê de zehmetiyan dibînin û beşek ji wan tên cihên niştecihûbûna welatiyan daku xwarinê ji xwe re peyda bikim

Li gor zanyariyan, 3 gurên birçî ji çiya daketine gundê Cumhureiyetê ku 2 kîlometre ji navenda bajarê Qersê dûr e.

Dîmenê wan guran ji aliyê welatiyan ve hatine tomarkirin.

Di dîmenan de diyar dibe ku ew gur ji gund derbas dibin û li dora Çemê Qersê li xwarinê digerin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst