Ji Sekreterê Giştî yê NY daxuyaniya Kerkûk û Şingalê

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres di konferanseke rojnamevaniyê de li Hewlêrê bersiva pirsên Rûdawê da. Antonio Guterres ragihand, ji bo bûdceya 2023 a Iraqê û qanûna petrol û gazê pêwîstî bi rêkeftinê heye, herwiha divê li ser rewşa Kerkûkê rêkeftin bê kirin, Peymana Şingalê jî bi temamî bê cîbicîkirin.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres serdana Iraq û Herêma Kurdistanê kir. Antonio Guterres rojek piştî serdana xwe ya bo Bexdayê roja Pêncşemê 2ê Adara 2023 gihîşte Hewlêrê û bi Serokê Herêma Kurdistanê, Serokwezîr, Seroka Parlamentoyê û Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê re civiya.

Piştî wan civîn û hevdîtinan, Guterres konferanseke rojnamevanî li bajarê Hewlêrê saz kir û têde derbarê serdana xwe ya bo Bexda û Hewlêrê agahî dan.

Guterres got, ew dê weke Netewên Yekgirtî alîkariyên xwe yên ji bo penaberan zêde bikin û dê piştevaniya wan bo Herêma Kurdistanê berdewam be. Guterres herwiha got, eger weke pêwîst alîkariya penaberan nehatibe kirin, ew dê weke Sekreterê Giştî yê NY vê rewşê bişopîne.

Sekreterê Giştî yê NY her di bersiva pirseke Rûdawê de behsa peywendiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê û herwiha rewşa kampa Holê ya li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê kir.

Guterres got, çareserkirina kirîzên berdewam û danîna diyalogeke avaker di navbera Hewlêr û Bexdayê de, di berjewendiyan hemû aliyan de ye. Bi gotina Guterres, gelek pirsgirêk jî hene ku divê rêkeftin li ser bên kirin, yek ji wan jî bûdceya giştî ya 2023 a Iraqê ye.

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî diyar kir: “Gelek pirgirêk hene ku divê rêkeftin li ser bêne kirin, wek bûdceya giştî ya Iraqê ya 2023, qanûna petrol û gazê, hevahengiyeke bihêztir di warê ewlehiyê de, cîbicîkirina rêkeftina Şingalê bi temamî û temamkirina diyaloga li Kerkûkê.”

Di derbarê Kampa Holê de jî Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ragihand, divê tevahiya welatên cîhanê hemwelatiyên xwe ji wê kampê werbigrin û di vê rewşê de berpirsyartiya wan jî heye.Guterres got: “Di wê baweriyê de me ku berpirsyariya hemû welatan e ku welatiyên xwe vegerînin. Min gelek caran ew yek gotiye û îro jî dibêjim li pêşiya kamerayan. Kampa Holê weke bombeyekê ye.”

Pirsên Rûdawê û bersivên Sekreterê Giştî yê NY wek xwe:

Rûdaw: Gelek spas, ez gelek kêfxweşim ku we li Hewlêrê dibînim, pirsa min a yekem li ser penaberên Sûrî û Îranî ye ku gazinan dikin ku NY zêde alîkariya wan nake.

Pirsa min a duyem jî ew e ku Neteweyên Yekgirtî dê çawa alîkariyê bike bo çareserkirina pirsa Kerkûkê û navçeyên nakok li gor maddeya 140. Gelek spas.

Antonio Guterres: "Ez berpirsê komîsyona bilind a penaberan bûm. Weke berpirsê komîsyona bilind a penaberan, min serdana kampên penaberan kiriye. Ez wê demê gelek pabend bûm. Netewên yekbûyî jî gelek pabendî wê yekê bûn ku hevkariya hikûmeta herêma Kurdistanê bikin da ku ew jî alîkariyan bigihînin penaberan. Eger heya niha tiştek mabe jî, ezê piştrast bim ku alîkariyên navdewletî kom bikim û her wiha emê piştrast jî bin ku her tiştek bi başî birêve diçe û wê ajansên Netewên yekbûyî alîkariyan pêşkêş bikin.

Em bi temamî pabendî piştevanîkirina Iraqê ne di derbarê diyaloga Kerkûkê de. Haya me ji aloziya vê rewşê heye û em di wê baweriyê de ne jî ku li gel vê diyalogê, tenê hevahengî dikare pirsgirêkên aloz çareser bike. Em jî her tiştî bi rêka şandiyên xwe encam didin ji bo piştevanîkirina vê diyalogê. Bi wê hêviyê ku bi awayekî erênî bidawî bibe.

Demek beriya niha civîna min li gel Serok, Serokwezîr û Seroka Parlemenê bidawî bû. Li beramberî wê hevbeşiya wan a nêzîk li gel Netewên Yekbûyî, min spasiya wan kir. Me behsa gotûbêjên li gel Bexdayê kir. Her weke ku min li wir jî got, çareserkirina qeyrana berdewam û danîna diyalogeke avaker, di berjewendiyan hemûyan de ye. Gelek pirsgirêk hene ku pêdiviya wan bi rêkeftinê heye. Yek ji wan jî bûdceya giştî ya 2023 a Iraqê ye. Yasaya petrol û gazê, hevahengiya bihêztir a ewlekariyê, bicîhkirina temam a rêkeftina Şingalê û temamkirina diyaloga Kerkûkê. Di gotûbêjên me yên li vir û yên li Bexdayê de jî min pabendiyeke gelek cidî dît da ku pêşve biçin. Ez ji tevahiya aliyan jî dixwazim ku vê pabendiyê bikin rastî.

Ez gelek bandor bûm ji wan çîrokên gelek bi êş ên li kampa Holê. Bi nêrîna min, berpirsyartiya hemû welatan heye ku hemwelatiyên xwe ji wê kampê vegerînin. Min ev yek gelek caran gotiye û îro careke din li pêşiya çavê kamerayan dibêjim. Kampa Holê bombeke çandî ye. Divê hemû welat weke Iraqê bikin. Iraq hemwelatiyên xwe werdigre û planekê jî bicîh dike ji bo ku wan kesan tevlî civakê bike. Min bixwe jî dît ku gelek hewldidin biçin nav civaka Iraqê. Lewma gelek girîng e ku çav bidin vê mînaka Iraqê.

Ez li vir im, li Iraqê... Ango tişta li Iraqê çêdibe, em li ber çavan digrin. Ev, çavkaniya hêviyê ye. Lê di heman demê de divê bibe sedemeke jî ku civaka navdewletî bê û alîkarî û piştevaniya xelkê Iraqê û xelkê Herêma Kurdistanê bike. Em bi ti awayî nikarin çavê xwe li vê pirsgirêkê bigrin ku li cîhanê rastî me tê. Xelkê Ukraynayê û tevahiya cîhanê, ji ber dagirkeriya Rûsyayê ya li Ukraynayê êşan dikşînin."