Li Erzeromê 136 koçberên Efxan bo welatê xwe hatin şandin

03-03-2023
RÛDAW
Nîşan Koçberên Efxan Erzerom Vegerandin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzeromê ya Bakurê Kurdistanê, 136 koçberên ji Efxanistanê bi geşteke asmanî bo welatê wan hatin vegerandin.

Hêzên Ewlekariya Tirkiye di çarçoveya plankiriye de rojane bi dehan koçberên li navendên koç û koçberan ku piraniya wan ji Efxanistanê ne bi geştên asmanî vedigerîne welatê wan.

Li gor zanyariyan roja Pêncşemê 2ê Adara 2023an, 136 koçberên ji  Efxanistanê ên li navendên koçberan yên li parêzgeha Erzeromê piştî temambûna karûbarên yasayî bi geşteke asmanî bo Kabula paytexta Efxanistanê hatine vegerandin.

Li gor amarêm Serokatiya Îdareya Koçê ya Tirkiye jî, ji 1ê Çileya îsal ve, 438 jê Efxanî, 238 jê Pakistanî û 374 jî ji welatên din bi giştî hezar û 50 koçber ji Erzeromê bo welatê wan hatine vegerandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst