Mamosteyên xwebexş ji bo xwendina keçan gund bi gund digerin

Hewlêr (Rûdaw) - Tîmeke mamosteyên xwebexş li navçeya Xîzanê gund bi gund digerin û ji bo keçik xwendina xwe berdewam bikin bi malbatan re hevdîtinan dikin û wan razî dikin.

Li navçeya Xîzanê ser bi parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, gelek malbat ji ber hejarî û bêderfetiyan bi taybetî nikarin keçên xwe bidin xwendin. Piraniya caran jî malbat keçên xwe ji bo karên nav malê naşînin dibistanan.

Mamosteyên xwebexş ên li gundê Xeydayê yê navçeya Xîzanê, tevî zehmetiyên zivistanê ji bo xwendekarên keç berdewam serdana gundan dikin.

Mamosteya xwebexş Emel Çetin dibêje: “Di rojên diyar ên hefteyê de em serdana gundan dikin. Armanca me ji serdana gundan ew e, xwendekarên keçik vegerin ser perwerdeya xwe.”

Tîma mamosteyan diçin malên xwendekaran û bi wan û dayikên wan re yek bi yek diaxivin daku xwendina xwe berdewam bikin.

Mamosteya xwebexş Yagmur Yapicî jî got: “Li navçeya em lê ne, em ji bo xwendekarên ku nayên dibistanê xwendina xwe berdewam bikin bi rêveberiya dibistanê û ligel mamosteyên derûnî diçin gundên derdorê. Armanca me ji serdana gund û malbatan ew e, xwendekarên me perwerdeya xwe berdewam bikin.”

Li parêzgeha Bedlîsê, li 742 dibistanan 6 hezar û 742 mamoste dixebitin û 89 hezar û 412 xwendekar perwerdeyê dibînin. Tîma mamosteyên xwebexş di encama xebatên 2 sal û nîvan de nêzîka 100 xwendekarên keç vegerandine dibistanên wan.