Ji ber peyamên nijadperestî derbarê mamost Hafîze Dal de lêpirsîn hat destpêkirin

03-03-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kopê ya Mûşa Bakurê Kurdistanê, derbarê mamosteya bi navê Hafize Dal bi sedema ku li ser hesabê xwe yê medyaya civakî heqaret li xwendekarên xwe kir û peyamên nijadperestî yên li dijî xwendekarên Kurd parve kir, lêpirsîn hat destpêkirin.

Peyamên nijadperestî yên li dijî xwendekarên Kurd ên mamosteya li navçeya KopêHafize Dal, ku li ser medyaya civakî belav kiribû, rastî nerazîbûneke mezin hatin.

Bi destûra Parêzgariya Mûşê, derbarê mamosteya zanîstê Hafize Dal de, ji aliyê Rêveberiya Perwerdeya  Mûşê ve lêpirsîn hat destpêkirin.

Hafize Dal di peyama xwe de wiha gotibû: “Ez jî dixwazim bi zarokên paqij re dersê bikim. Ez naxwazim di nav zarokên li Rojhilat (mebesta wê Bakurê Kurdistanê ye) de ku nizanin paqijî çi ye, bi nexweşiyan re rû bi rû bibim… Ez li vî welatê ku qîmetê nadin mamosteyan, poşman im ku bûm mamoste… Ez naxwazim 4 salan mehkûmê vê xeletiyê bibim…”Ji ber van parvekirinên ku Dal li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê xwendekarên de belav kirine de, Serdozgeriya Komarê ya Kopê jî bi sedema "gel tehrîkê dijmintiyê dike û sivikatî li gel kiriye” lêpirsîn da destpêkirin.

Parêzgariya Mûşê jî duh daxuyanî da û diyar kir, mamosteya ku statuya wê bipeyman e, ji bo peymana wê were rawestandin xebat dane destpêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst