Galeriya wêneyan

04-03-2021
14 Photos
Bilind T. Abdullah

Yek ji wan sê rojên serdana 3 rojî ya Papa Francis bo Iraq û Herêma Kurdistanê, kenîseya Tahîre ya Mezin a li Qereqûşê ye û dê li wê derê li gel xelkê beşdarî merasîmekê bibe.

Bajarokê Qereqûş ku Krîstiyan wek “Bexdîda” jî binav dikin, navenda Hemdaniye ye û dikeve başûr rojhilatê bajarê Mûsilê, sala 2014an dema ku DAIŞê dest bi ser Mûsilê de girt, Hemdaniye jî jî kontrol kir.

DAIŞê 11 dêrên Hemdaniyê wêran kirin, beşeke wan li gel Încîl û hemû kitêbên pîroz şewitandin, heta cilûbergên qeşe û rahîban jî.

Berî ku DAIŞ biçe navçeyê, li Qereqûş zêdetirî 70 hezar hemwelatiyên Krîstiyan dijiyan, lê hemû ji wê derê derketin û piraniya wan derketin derveyî welat û beşek ji wan jî hatin Hewlêrê û li Herêma Kurdistanê niştecih bûn.

Niha li Qereqûş amadekarî ji bo pêşwazîkirina Papa Francis berdewam in ku biryar e serdana wî bajarokî jî bike.

Roja 5ê Adarê Papayê Vatîkanê digihije Firokexaneya Navdewletî ya Bexdayê û ji aliyê Serokwezîrê Iraqê ve dê bê pêşwazîkirin. Paşê berê xwe dide Koşka Serokomariya Iraqê û li gel Serokomar Berhem Salih dicive. Piştre dê biçe Dêra Seyde Necat a Suryanî li Bexdayê.

Papa roja Şemiyê dê biçe parêzgeha Necefê û li wir dê li gel Ayetullah Elî Sîstanî bicive û paşê dê berê xwe bide bajarê Ûr.

Roja Yekşemê jî Papa dê berê xwe bide Hewlêrê û li firokexaneyê dê ji aliyê berpirsên hikûmî yên ayînî dê bê pêşwazîkirin. Her wê rojê Papa dê biçe Mûsilê û ji bo qurbaniyên şer beşdarî merasîmeke olî bibe. Piştî wê dê biçe Dêra Tahre ya mezin a li Qerequşê.

Papa Francis her roha Pêncşemê dê vegere Hewlêrê û ahenga esra Yekşemê ya Krîstiyan li stadyuma Franso Herîrî birêve diçe. Roja Duşemê Papa dê vegere Bexdayê li wê derê dê merasîmeke malavayî birêve biçe.

Wêne: Bilind Tahîr/Rûdaw