Dije-Terora Kurdistanê: Keçek Kurda Êzidî ji destê DAIŞê hat rizgarkirin

03-03-2017
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêza Dije-Terora Herêma Kurdistanê ragihand, ku keçeke Kurd a Êzidî ku pêştir di destê DAIŞê de êxsîr bû, li aliyê rojavayê bajarê Mûsilê hat rizgarkirin.

 

Operasyona kontrolkirina Mûsilê ji aliyê hêzên iraqî ve berdewam e û Artêşa Iraqê û Polîsê Federalî yê Iraqê di qonaxa sêyem a operasyonên de hewla rizgarkirina taxên aliyê rojavayê Mûsilê didin.

 

Hêza Dije-Terora Herêma Kurdistanê jî îro înê di daxuyaniyekê de ragihand: “Di berdewamiya kontrolkirina taxên aliyê rastê bajarê Mûsilê de û di lêgerîn û pişkinîna taxên rizgarkirî de, keçeke Kurda Êzidî hat rizgarkirin”.

 

Di daxuyaniyê de herwiha tê gotin: “Ev keç navê wê Katrîn Xudêda Murad e û temenê wê 12 salî ye”.

 

Dije-Terora Kurdistanê dibêje, ew keça Kurda Êzidî “li mala emîrekî DAIŞê li Wîlayeta Cizîrê yê bi navê terorîst, Nasir Îbrahîm Hemûd Teha Elhidêdî hatiye rizgarkirin”.

 

Katrîn xelkê Komelgeha Xanesor a ser bi navçeya Şingalê ye û di dema dagîrkirina wê deverê de ketibû destê DAIŞê. Biryar e Katrîn radestî malbata wê were kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst