Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê tiştek ji Sûr re nake!

03-03-2016
RÛDAW
Rûdaw
Rûdaw
A+ A-

Amed (Rûdaw) -  Parêzerên Amedê ji bo 4 kesên ku li Sûrê asê mane serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Makezaqonê ya Tirkiyeyê dan. Dadgeha Makezaqona Tirkiyeyê hemû serlêdan red kirin. Ji Dadgeha Ewropayê jî tu encam derneket. Parêzer ditirsin beriya biryara dadgehê, biryara kuştina van kesan bê dayîn.

Li navçeya Sûrê ya Amedê hê jî 200 sivîlên di jêrzemînan de asê mane nehatine rizgarkirin. Hin parêzerên Amedê ji bo 4 kesên ku li Sûrê asê mane serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Makezaqonê ya Tirkiyeyê dan.

Lê Dadgeha Makezaqonê ya Tirkiyeyê hemû serlêdan bi hinceta "ambulans diçin lê ew kesên di jêrzemînan de dernakevin" red kirin.

Ji serlêdanên Dadgeha Ewropayê jî hêj tu encam derneketiye.

Parêzerên ku serlêdan kirine dibêjin Dadgeha Makezagonê ya Tirkiyeyê li gorî rapor û agahiyên walîtiyê biryar dide. Dadgeh raporên saziyên sivîl li ber çavan nagire.

Li gorî agahiyên ku parêzeran da, 2 muwekîlê ku di jêrzemînan de asê mane 75 û 77 salî ne. Di nava muwekîlên parêzeran de jinek û 2 zarokên wê jî hene. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst