Di ser erdhejên 6ê Sibatê re salek derbas dibe: Welatî hîn jî hewl didin birînên xwe bipêçin

03-02-2024
Rawîn Stêrk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Meletî Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê xelkê ku piştî erdhêjê şepirze bûye di nava kêmderfetiyê de hewl dide jiyana xwe bidomîne.

6ê Sibata 2023yan li navenda Mereşê 2 erdhej çêbûn û li 11 bajaran bandor kiribû ku yek ji wan bajaran jî Meletî ye.

Li Meletiyê avahiyên xisardîtî hîn li cihên xwe ne. Kavil hatine rakirin lê avedanî giran bi rê ve diçe.

Saîme Kayaya 58 salî yek ji mexdûrên erdhejê ye.

Çakoça wê di destê wê de ye û li bendê ye ku barhilgir kavilan vala bike da ku ew jî parçeyên hesinan kom bike.

Pîrejina 58 salî hesinên ku kom kiriye difiroşe û neviyên xwe yên ku di konan de ne xwedî dike.

Li nav kavilan hesinan kom dike û difiroşe

Mexdûra erdhejê Saîme Kayayê got:

“Em çawa debarê dikin, îsal dewletê li me mêze kir. Xwedê jê razî be. Çay û şekirê da, xwarin da.

Mêrê min mehê 6 hezar lîreyan distîne. Ez jî nexweş im û heftane rojekê tême vir.

Kîloya hesin bi 8an dikirin. Ma çi kar di vî de hebe. Pereyê nanekî derkeve bes e.”

Li nav molozan li êzingan digere

Kalê bi navê Battal Burak jî xaniyekî wî yê du qatî hebû lê niha di konekî de dimîne.

Ji bo wî kalemêrî jî rêya ku nanê gewriyê pê bistîne ew kavil in.

Mexdûrê erdhejê Battal Burak got:

“Xwarin nîne, vexwarin nîne, êzing nînin.

Xwedê ji dewletê razî be rabû hinek êzing ji me re anî û hinekî alîkariya me kir.

Em nikarin rabin înkar bikin. Ez niha li kon dimînim û li bendê me xanî bidine min.

Ez têm eger li nava van molozan parçeyên dar û êzingan hebin kom dikim. Hesin hebe kom dikim. Bi vî awayî jiyana xwe didomînim.”

Îsmet, li meydana bajarê xwe yê wêran û perîşan de dinêre.

Meletiya ku bajarekî dewlemend û pêşketî bû di erhêjên mezin de bi erdê re bû yek. Hezar û 500 kes mirin û bi hezaran jî birîndar bûn.

Li bajêr 6 hezar avahî rûxiyan û zêdetirî 35 hezaran jî xisareke giran dîtin.

Li bajêr heta niha kavil hatine rakirin lê bi hezaran avahî hîn jî li benda rûxandinê ne.

Mizgefta mezin bi giranî birîndar e, sûk û bazar çal û çemên avadaniyê ne.

“Ez hemûyan hewaleyî Xwedê dikim”

Mexdûrekî din ê erdhejê Aytaç Poyraz jî got:

“Li kêleka mizgeftê 3 dikanên min hebûn. Di erdhêjê de xisar dîtin û paşê dewletê xira kir.

Ez li ber gelek tiştan dikevim. Niha hemû siyasiyên Meletiyê, ji walî heta şaredar û parlementeran ez ji hemûyan bi gazinc im.

Wan hemûyan hewaleyî Xwedê dikim. Heta niha ez baca xwe didim û 12 kes li ba min dixebitin. Ji bo Xwedê, salek derbas dibe konteynerek jî nedan min.”

Mehmet Petek jî got:

“Ji hinan re çêdikin lê ji yên xwe re çêdikin. Ji yên mîna min re tiştek nîne.”

Heta niha li bajêr nezîkî 5 hezar xanî hatine çêkirin û 21 hezarên din jî hema bêje temam dibin lê bi hezaran kes hîn di kon û konteyneran de dimînin û 160 hezar kes li benda xaniyan in.

Diyarê qeysiyan Meletî li benda avedaniyeke bilez û rekûpêk e da ku careke din li rojên xwe yên geş vegere.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst