Li Rojhilatê Kurdistanê ji ber berf û sermayê dibistan hatin girtin

03-02-2024
RÛDAW
Nîşan Rojhilatê Kurdistanê Barîna Berfê Girtina Dibistanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Barîna berfê û daketina pileya germê li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê bûye sedema girtina dibistanan.

Rêveberiya Kontrola Krîzan a Kirmaşanê da zanîn ku dibistanên seretayî yên 11 bajarên ser bi parêzgehê ji ber berfê û sermayê roja Şemiyê hatine girtin û xwendin bi rêya online dibe.

Li parêzgeha Kirmaşanê barîna berfê roja Pêncşemê dest pê kir û li gorî pêşbîniya keşnasiyê dê heta roja Yekşemê berdewam bike.

Li parêzgeha Sineyê jî hemû dibistanên bajarên Dêwlan, Dîwandere, Bîcar, Sine, Seqiz û Kamêranê ji ber barîna berfê, serma û qeşayê hatine girtin.

Kontrola Krîzan a parêzgeha Loristanê jî ragihandiye ku dewama danê sibehê li dibistanên bajarên Elîguderz, Silsile, Ezna û Dulfanê nayê kirin.

Qeymeqamê Dulfanê Esfer Qaremanî diyar kir ku ji ber berfê rêyên 200 gundên wê parêzgehê hatine girtin.

Qeremanî da zanîn ku roja Înê rêyên 130 gundan hatine vekirin lê rêyên 70ê gundî hê nehatiye vekirin.

Polîsê Rêya Parêzgeha Loristan ragihand ku rêya sereke ya bajarê Xurmaweyê, navenda parêzgeha Loristanê ya Erakê ji demjimêr 9ê şeva borî ve girtî ye.

Rêveberiya Kontrola Krîzan a Parêzgeha Îlamê jî da zanîn ku dibistan û fermangehên wê parêzgehê ji ber serma û berfê derengtir ji dema asayî wate demjimêr 9 tên vekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst