Malbatê cenazeyê ciwanê ku li Viyenayê xeniqibû bir Rojavayê Kurdistanê

03-02-2024
RÛDAW
Nîşan Ehmed Hesen Micûl Viyena
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Cenazeyê ciwanê ku di çemê Alte Donauyê de xeniqî bû bi deriyê Pêşabûr Sêmalka re derbasî Rojavayê Kurdistanê hat kirin.

Ciwanê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Ehmed Hesen Micûlê 15 salî berî 3 mehan çûbû Awisturyayê.

Ehmed Hesen Micûl xwestibû xwe li ser cemeda çemê Alte Donauyê ya li Viyenayê bişemitîne lê ji ber ku ew cemed ne stur bû dişike.

Ehmed Hesen Micûl dikeve bin cemedê û nîv seatekê di bin avê de dimîne.

Tîmên hawarçûnê wî derdixe û wî vediguezîne nexweşxaneyê.

Ehmed Hesen Micûl li nexweşxaneyê piştî 2 rojan ji jiyana xwe ji dest dide.

Malbata wî cenzayî bir bajarê Girkê Legê yê Rojavayê Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst