Serokê PWKyê: Werin em berbijêrên xwe bi hev re tesbît bikin

03-02-2024
RÛDAW
Nîşan PWK Hilbijartinên Şaredariyan Mustafa Ozçelîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî yê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mustafa Ozçelîk bangî dezgehên sivîl, partî, tevger û grûbên siyasî û got, “Em dereng nemanin, werin em namzedên xwe bi hev re tesbît bikin, werin em bajarên xwe bi hev re îdare bikin!”

Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dê 31ê Adara 2024an hilbijartinên şaredariyan bên kirin.

Serokê Giştî PWKyê Mustafa Ozçelîk ji bo hilbijartinan bangî partiyên siyasî, sendîqa, dezgehên sivîl ên civakî û kesayetên di nava civata Kurd de bi bandor in kir û got:

“Li gel liberçavgirtina hemû tecrûbeyên heta niha yên di warê hilbijartinên şaredariyan de, divê em bi awayekî nû û nexşerêyeke taybet, xwe ji bo hilbijartinan amade bikin.”

Ozçelîk diyar kir ku bi wê armanca, ew dikarin li Bakurê Kurdistanê, li hemû parêzgeh, navçe û bajarokan namzedên serokê şaradaran û namzedên meclîsên şaredaran diyar bikin.

Banga Serokê Giştî PWKyê Mustafa Ozçelîk ji bo partiyên siyasî, sendîqa, dezgehên sivîl ên civakî û kesayetên di nava civata Kurd de bi bandor in wiha ye:

“Em dikarin li Bakurê Kurdistanê, li hemû parêzgeh, qeza û beldeyan namzedên serokê şaradaran û namzedên meclîsên şaredaran,li gorî şertên taybet ê her bajar û navçeyê, partî, tevger û grûbên siyasî, hemû dezgehên sivîl, meslekî û civakî û girseyî, komeleyên mehelî, sendîqa, kesayetên civakî yên xwedî bandor, nûnerên dezgeh û komeleyên jinan, serokên berê yên şaredariyan, endamên encûmenên wîlayetan yên xwedî tecrûbe, perwerdekar, akademisyen, pisporên revebirina şaristaniyê, pisporên plan û hawirdora şaristaniyê, zanyarên dîrokî, zanyarên kultur û zimên, hiqûqnas, ekonomîst û sosyolog, em platforman ava bikin.

Hilbijartina berbijêr

Van platformên herêmî, li gorî van prensîb û hişmendiya rêveberiya herêmî yên ku li xwarê me destnîşan kirine, dikarin berendamên şaredriyan tesbît bikin û ji nav van berendman jî namzedekî ku herî baş bikaribe şaredarîyê îdare bike hilbijêrin.

Namzedê hevbeş, divê kesekî weha be ku, di derbarê wî de tu şaîbe tunebe, kesekî, naskirî, qebûlbar be.

Divê, li gorî şerd û rastîyên taybet ê her bajar û navçeyê yên etnîkî, dînî, mezhebî, civakî, çandî, namzedekî ku şaredarîyeke demokratîk, rêzê li maf û azadiyên hemû pêkhateyên civatê bigire, şaredariyeke pir zimanî, pir lehçeyî, pir kulturî qebûl bike.

Divê bi awayekî vekirî, şefaf, bêşaîbe ji aliyê mirovên wî bajarî ve bê hilbijartin û bibe namzed.

Erka şaredariyan

Di şaredariyên bajarên Bakurê Kurdistanê de, divê şaredarî nasnameya Kurdî û zimanê Kurdî bi awakî resmî qebûl bikin.

Divê navê bajar, navçe û hemû cîh û warên bi Kurdî, li gel navên bi tirkî bêne bikaranîn. Divê şaredariyên me bi awakî çalak bixebitin ku perwerdeya bi zimanê Kurdî (Kurmancî û Kirdkî-Zazakî), mafên azadiya ramanî, olî, bawerî, xwerêxistinkirin û xweîfadekirinê di Qanûna Esasî de bê qebûl kirin û bi qanûnên pêwendîdar bê misoger kirin û cîhê mezelê Şêx Seîd, Xalid Begê Cibrî, Seyîd Riza, Seîd Nûrsî û hemû kesayetên Kurd ên ku cîhê mezelê wan ne dîyar in, ji aliyê Dewleta Tirkiyeyê ve bêne eşkerekirin.

Ango di rêvebiriya şaredariyên bajarên Kurdistanê de, divê pirzimanî, pirkulturî, pirrengî, pirdengî, şefafî, xweşbînî û hevahengîya civakî bibe rêziknameya easî.

Ev dikare bibe protokola me ya siyasî ya hevbeş da ku em bikaribin bi îradeya hemû pêkhateyên Kurdistanê bingehê îdarekirina bajarên xwe ava bikin.

Mijara qeyûman

Siyaseta Dewleta Tirkiyeyê ya tayînkirina qeyûman û destdanîna ser îradeya xelkê bi tu awayî nayê qebûl kirin, qeyûm tune hesibandina îradeya gelê wî bajarî ye.

Helbette ku, mafê her partîyê ye ku bikaribe bi serê xwe beşdarî hilbijartinan bibe. Lê li gorî me, ya herî rast, pêkhateyên herî berfireh yên wî bajarî bikaribin li ser bernameyeke hevbeş namzedên xwe bi hev re tesbît bikin.

Lê aşkereye ku di tesbîtkirina namzedên şaredarîyan de, divê tu kes namzedên ne ji wî bajarî ne û rêzê li pir zimanî, pirolî, pirmezhebî, pir kulturîya wî bajarî nagirin li ser kesî ferz nekin û divê rê vekin ku bi awayekî hevbeş, azad û demokratîk namzed bêne tesbît kirin.

Xweîdarekirin

Bi tesbîtkirina namzedên hevbeş û bi hevre îdarekirina bajarên xwe, em dikarin bingehê xweîdarekirina Kurdan ava bikin

Em dikarin hilbijartinên şaredariyan yên 2024an bikin destpêka ava kirina bingehê “Şerdê Xweseriya Rêvebirîya Herêmî ya Ewropayê” bi vê bîr û bawerîyê em dikarin siyaset û xebatek hilbijartinê ya berfireh û hevbeş bimeşînin û divê em bimeşînin.

Di şaredarîyeke ku bi şîara, `Werin em namzedên xwe bi hev re tesbît bikin, werin em bajarê xwe bi hev re îdare bikin!`’ potansîyela herî berfireh ya ku wê civat lêxwedî derkeve de, di mijarên perwerde, tenduristî, civakî, dînî, mezhebî, xizmetên dînî, mezhebî û şaredarî de dikare projeyên mezin bêne çêkirin, dikare bingehê xwe bi xwe îdarekirina Kurdan bê avakirin.

Pêşniyar

Ev perspektîfa bi şîara, ’Werin em namzedên xwe bi hev re tesbît bikin, werin em bajarê xwe bi hev re îdare bikin` ku em pêşniyar dikin, herwiha li himberî wê îhtîmala ku Dewleta Tirkiyeyê qeyûman deyne ser şaredarîyan jî dê wazîfe û roleke herî gelekî xurt û bi bandor ya parastinê bilihîze.

Di îhtîmala ku qeyûm bêdanîn ser şaredarîyan de, potansîyela herî berfireh a sivîl, siyasî, meslekî, demokratîk, civakî dê li namzedên xwe yên li gorî vê pêşniyariya me, li ser esasê çerçoweyeke siyasî û  bernameyeke xebatê ya bi awayekî hevbeş bêne diyarkirirn xwedî derkevin.

Dewleta Tirkiyeyê jî  dê wek niha dê nikaribe bi hêsanî qeyûman dane ser şaredariyan.

Bi vê pêşniyara me ya li ser esasê çerçoweyeke siyasî û bernameyeke xebatê ya maqûl û hevbeş, dê potansiyela herî berfireh a sivîl, siyasî, meslekî, demokratîk, civakî li namzedên xwe xwedî derkevin û dê dewlet jî nikaribe bi vê hesanîyê bi rêya qeyûman dest deyne ser şaradarî û îradeya xelkên bajarên me. 

Heger namzed bi îradeya potansiyela herî berfireh a civatê bêne diyarkirin, bi destê wê potansiyela berfireh, bi hêza sedhezaran, dê bingehê parastina destkeftinên şaredarîyan jî xurtir bibe.

Em bangî hemû dezgehên sivîl, partî, tevger û grûbên sîyasî û kesayetên qebûlbar yên bajarên xwe dikin ku ji bo destpêkirina pêvajoyeke weha em bi hev re gavê bavêjin!

Li bajarên Tirkiyeyê platformên Kurdan

Werin em li bajarên metropolên Tirkiyeyê yên ku nifûseke zêde ya Kurdan lê hene, em Platformên Herêmî yên Kurdan (wek Platforma Kurdên Stenbolê, Platforma Kurdên Îzmîrê, Platforma Kurdên Mêrsînê û hwd) ava bikin.

Li bajarên metropolên Tirkiyeyê yên ku nifûseke zêde ya Kurdan lê hene, em dikarin, bi beşdarîya dezgehên sivîl, partî û grûbên sîyasî yên kurdan, nûnerên jin û ciwanên kurdan, karsaz û ji hemû beşên civatê kesayetên qebûlbar ên kurdan platformên herêmî ava bikin.

Van platformên herêmî, di derbarê ziman û kultura Kurdî, maf û azadîyan, perwerde, tenduristî, piştgirî, lihevxwedîderketina di nava Kurdan de  di bajarên metropolan de dikarin wazîfe û rola wek Organîzasyona Temsîla Kurdan bilihizîn.

Dikarin di dema hilbijartinan de wek aliyê Kurdan bi hemû partiyên siyasî re hevdîtinan bikin, li ser esasê qebûlkirina daxwazên Kurdan dikarin hevkariyên hilbijartinan pêk bînin.

Herwiha dikrin bi namzedên xwe jî beşdarî hilbijartinan bibin.

Platformên Herêmî yên Bajarên Metropolên Tirkiyeyê, helbete ku divê ne bes ji bo hilbijartinan bêne avakirin.

Ew dikarin wek aktorên bi bandor û mayinde, li bajarên metropolê wazîfe û rola Organîzasyona Temsîla Kurdan jî bilihîzin.

Belê, bi vê bîr û bawerîyê, di hilbijartinên şaredarîyan yên 2024an de, ji bo em bi hev re, helwestek hevbeş pêşve bibin, me ev pêşniyarî û nêrîna xwe bi dezgehên sivîl, partiyên siyasî û kesayetan re parve kir û em dê vê xebata xwe berdewam dikin.

Em bangî hemû dezgehên sivîl, partî, tevger û grûbên siyasî û kesayetên qebûlbar yên bajarên xwe dikin da ku bi armanca em bikaribin ji bo pêşeroja xwe rûpelekî nû vekin, bi şîara `Em dereng nemanin, werin em namzedên xwe bi hev re tesbît bikin, werin em bajarên xwe bi hev re îdare bikin!` em bi hev re gavê bavêjin!

Ji bo gaveke weha em hîna jî dereng nemane!”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst