Li Geverê bi hêza 4,3 pileyan erd hejiya

03-02-2024
RÛDAW
Nîşan Gever Colemêg Erdhej
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Geverê ya parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê  Kurdistanê bi hêza 4,3 pileyan erdhejek çêbû.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku li navçeya Geverê ya Colemêrgê demjimêr 06:09ê bi hêza 4,3 pileyan erdhejek çêbûye.

AFADê diyar kir ku kûrahiya erdhejê 7 kîlometreyan di binê erdê de bûye. 

Pisporan hişyarî dabû ku ew çaverê dikin erdhejên mezintir çêbibin.

Di erdhejên 6ê Sibata 2023yan ên Mereşê de li 11 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê herî kêm 50 hezar kesî canê xwe ji dest da.

Ji wê demê ve erdhejên paşekî berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst