Şandeke Amerîkayê bi HSDê re mijara madeyên hişbir gotûbêj kir

03-02-2023
RÛDAW
Nîşan HSD
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Wezareta Derve ya Amerîkayê li Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê bi HSDê re civiya û mijara rûbirûbûna qaçaxçîtiya madeyên hişbir gotûbêj kir.

Li gor çavkaniyên xwecihî, şanda Amerîkî ji nûnerên Wezareta Derve û hinek fermandarên leşkerî û berpirsên Istixbaratî û pisporên rûbirûbûna bikaranîna madeyên hişbir pêk dihat.

Li gor zanyariyan, civîn taybet bû bi rûbirûbûna berhemanîn, bazirganîkirin û qaçaxçîtiya bi madeyên hişbir ji aliyê hikûmeta Sûriyê û Milîsên ser bi Îranê ve li navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, herweha girîngiya karkirin û hevahengiya di vî warî de, bi armanca ku rê li ber vê bazirganiyê bigirin ku bi milyonên dolaran sûdê digihîne herdû aliyan.

Berî niha Amerîka di nava Budceya Berevaniya Niştîmanî de ku 816.7 milyar dolar bû, beşek ji wan ji bo rûbirûbûna bazirganî û qaçaxçîtiya madeyên hişbir ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst