Galeriya wêneyan

04-02-2023
26 Photos
Bilind T. Abdullah

Bi sedema hatina demsala zivistanê û barîna berfê hejmareke zêde ya geştyarên zivistanê bi teleferîkê diçin Çiyayê Korekê û beşek ji wan şeva xwe di vîla û malên projeyên geştiyariyê yên de dimînin.

Roja Înê bi hezaran geştyar çûn ser Çiyayê Korekê ku qerebalixiyeke zêde çêbû. Piraniya geştyaran ji naverast û başûrê Iraqê hatibûn û beşek ji wan jî welatiyên bajarên Herêma Kurdistanê bûne.

Xwendekara zankoyê Îsra Mihemed ji Rûdawê re got, “Em komek xwendekarên Mûsilê ne, hewaya vir gelekî xweş e û niyeta me heye ku em li vir bimînin.”

Şeva borî hin geştyar vegeriyan Hewlêrê û ji ber wê jî li ser cadeyan qelebalixiyeke zêde hebû.

Desteya Geştûguzariyê ya Herêma Kurdistanê dibêje, nêzîkî %15 geştyarên Herêma Kurdistanê geştiyarên zivistanê ne.

Berdevkê Desteya Giştî ya Geştûguzarî ya Herêma Kurdistanê Îbrahîm Ebdulmecîd ji Rûdawê re ragihand, par zêdetirî şeş milyon geştiyaran serdana Herêma Kurdistanê kirine.