Ava pîs a Amedê ro dibe Çemê Dîcleyê; xelk nerazî ye

03-02-2023
Abdulselam Akinci
Ava pîs a Amedê ro dibe Çemê Dîcleyê; xelk nerazî ye
Ava pîs a Amedê ro dibe Çemê Dîcleyê; xelk nerazî ye
Nîşan Avrêj Amed Pira Dehderî
A+ A-

Amed (Rûdaw) - Li Amedê li ber Pira Dehderî li cihê ku salane bi sedhezaran geştiyar serdana wir dikin avrêja beşeke bajêr bi rêya kanala baranê dikeve nav Çemê Dîcleyê. Esnaf û dikandarên Pira Dehderî dibêjin 15 sal in ev pirsgirêk heye û bi dehan caran serlêdana fermî kirine lê ti çareyek jê re nedîtine.

Li ber Pira Dehderî ya Amedê peravê Çemê Dîcleye beşek avrêja bajêr bi rêya kanalek ava baranê bi salane diherike çem lê heta niha tu rêgirîyek lê nehatîye kirin.

Esnaf û xwediyên kargehên li dora Pira Dehderî dibêjin ji bo rêgiriya li ber vê yekê heta niha bi dehan caran me serlêdanên fermî kirine lê dîsa jî ev kêşe çareser nebûye. Bi taybetî di demsala havînê de li gel dîmenên nexweş bêhnek giran derdora çem û Pira Dehderî dorpêç dike ku ev jî bûye cîhê nerazîbûnan.

Xwedîyê kargeheke li Pira Dehderî Mehsûn Mehmetoglu got, “Ev kanala ji jor ji aliyê taxa Şehîtlixê tê li wir dericî hene, çewlikên ajelan hene, ava avrêja milet û ava baranê li nav hev dikeve tê diherike Dîcleyê. Em dixwazin ev der pak be. Heke bixwazin çareserî pir rehet e, heke nexwazin çareserî ne rehet e.”

Serokê Daîreya Avrêjê ya DISKIyê Mehmet Kaya dibêje beşeke şêniyên wê derdorê bi rêya qaçax avrêjên mal û kargehên xwe bi kanala baranê va girêdidin û sedem ew e ku avrêj tevî ava baranê dibe û diherike Dîcleyê. Ew dibêje di encama tesbîtkirinê de wan heta niha li gelek kesan ceza jî birine lê ew dibêje ji bo çareyeke mayînde kanala avrêjê û ya baranê ku li nêzîkî Pira Dehderî digihîjin hev di demek nêz de ji hev biqetînin û ew kêşe wê bi wî awayî yekser çareser bibe.

Dikandar Îbrahîm Ozaydin anî ziman, “Ên ku tên vir em nikarin memnûn bikin. Ew nikarin du deqe li vir rûnin. Ji ber bêhna pîs kî tê rehetsiz dibin. Nîveka havînê nîvê muşteriyên me tên rehetsiz dibin û radibin diçin ku ew dibêjin jî em nikarin çareyek bikin.”

Dikandar Hesen Gurelî got, “Ji we ricaya min ew e ku avrêjên xwe bi awayekî qaçax bernedin Dîcleyê. Dîcle ne ya min e, ne jî ya we tenê ye, Dîcle ya me hemûyan e. Em bi hev re xwedî li vê dîrok û çandê derkevin.”

Niha esnaf û dikandarên Pira Dehderî çaverê ne ku berî biharê û berî destpêkirna werza geştiyarîyê ev pirsgirêk were çareserkirin û metirsîya li ser jîngeha li derdora Dîcleyê bi dawî bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst