HDP ji Gever û Qoserê ber bi Îmraliyê ve dest bi meşê dike

03-02-2023
RÛDAW
Nîşan HDP Îmrali Abdullah Ocalan Meş Saruhan Oluç Tecrît
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - HDP'ê diyar kir ku Abdullah Ocalan ji ber bi salan e destûr nayê dayîn ku bi parêzer û malbata xwe re hevdîtinê pêk bîne di bin tecrîdê de ye, li dijî vê yekê biryar da ku ber bi Girtîgeha Îmraliyê ya ku Ocalan lê girtî ye dest bi meşê bike.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê di 6ê Sibatê de ji navçeyên Gevera Colemêrgê  û Qosera Mêrdînê ber bi Girtîgeha Îmraliyê ve dest bi meşê bike.

Serokwekîlê Fraksiyona Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Saruhan Oluç û parlamenterên HDP'ê têkildarî biryarê li parlamentoya Tirkiyê daxuyanî dan.

Oluç ragihand ku "Nobeda edaletê ya li dijî tecrîdê" ya ku Parlamenterên HDPê Gulîstan Kiliç Koçyigit, Ali Kenanoglu, Muazzez Orhan, Kemal Bulbul, Abdullah Koç, Dilan Dirayet Taşdemir, Ayşe Surucu, Kemal Pekoz, Ridvan Turan û Huseyîn Kaçmaz di 21'ê Kanûna 2022'an de li parlamentoyê dabûn destpêkirin îro bi dawî bûye û biryar hatiye dayîn ku ji Gever û Qoserê ber bi Îmraliyê ve meş bê destpêkirin.

Serokwekîlê Fraksiyona HDP Saruhan Oluç ji bo parêzer û malbat bi Ocalan re hevdîtin pêk bînin bang li Wezareta Dadê ya Tirkiyê kir.

Oluç amaje bi wê yekê kir ku wan nobeta edaletê ya li dijî tecrîta li ser Ocalan ku di 21 Berfenbara 2022an de dabûn destpêkirin di 32yemîn rojê de bi dawî anîne sedema wê wê nobetê jî wek “Ji bo şikandina bêdengiya Wezareta Dadê ya di vî warî de bû” bi nav kir.

Sarihan Oluç diyar kir ku ji Adara 2021an vir ve rê nehatiya dayîn ku parêzer û malbat bi Ocalan re hevdîtin bikin û wih got “Ji Adara 2021'an û vir ve tu agahî ji Îmraliyê nayê girtin. Ji Adara 2021'an û vir ve ti hevdîtin nehatine kirin. Hemû serlêdanên parêzer û malbatê bi hinceta cezayên dîsîplînê hatin redkirin.”

“Em ji bo Çareseriyê dimeşin Îmraliyê”

Li aliyê din Oluç destnîşan kir ku mafê hemû girtiyên li girtîgehan heye ku bi parêzer û malbatên xwe re hevdîtinê pêk bînin û wiha berdewam kir “Nayê qebûlkirin ku ev maf ji bo kesek an jî 4 kesên li Îmraliyê tên girtin neyê bicihanîn. Em nobeda edaletê piştî 32 rojan bi dawî dikin û piştre Ji 6’ê Sibatê ve em ê ji Gever û Qoserê dest pê bikin, ji du milan ve meş û çalakiyên “Ji bo çareseriyê em ber bi Îmraliyê dimeşin” bidin destpêkirin. Ji ber ku divê di zûtirîn dem de ev rewşa neqanûnî bi dawî bibe û muzakere bên kirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst