Parlamentera HDPê: Li Wanê polîsan otomobîlek gulebaran kirin

03-02-2023
RÛDAW
Nîşan Wan Polîs Gulebaran Muazzez Orhan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamentera HDPê ya Wanê Muazzez Orhan ragihand, doh bi şev li ser rêya Wan-Qelqeliyê polîsan otomobîlek gulebaran kirine û welatiyek birîndar bûye.

Doh bi şev 2ê Çileya 2023ê welatiyê bi navê Azmi Yildiz dema ji serdanan mirovên xwe vedigere du otombîlên sivîl ên polîsan wî şopandine û gulebaran kirine. Yildiz piştî ku birîndar dibe polîs wî ji otomobîlê peya dikin û lê didin.

Muazzez Orhan li ser hesabê xwe yê Twitterê got: “Azmi Yildizê ku doh bi şev ji serdana mirovê xwe vedigeriya, li ser rêya Wan-Qelqeliyê dema dibîne 2 otombîlên sivîl wî dişopînin tirsiyaye û polîsên di otomobîlên sivîl de wî gulebaran kirine. Yildiz piştî birîndar dibe wî ji otombîlê peya dikin û lê didin. Niha li nexweşxaneyê ye. Xwedê silametiyê bide wî. Li welat ewlehiya canî nîne!”

Dîmenên li nexweşxaneyê yên Azmi Yildiz jî li ser sosyal medyayê hatin belavkirin. Yildiz dibêje, du otomobîlên sivîl wî şopandine û lêdane.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst