Ceza li kesûkarên qurbaniyên Roboskî hat birîn

03-02-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li hinek keskûkarên qurbaniyên Komkujiya Roboskî bi hinceta li qeymeqamê Qilebanê yê wê serdemê Naif Yavuz dane, cezayê pere û zindanê hat birîn.

Li gundê Roboskî ser bi navçeya Qilabanê ya Şirnexê 28ê Kanûna 2011ê  ji aliyê balafirên artêşa Tirkiyê ve piraniya  wan zarok 34 Kurd hatibûn kuştin. Malbatên wan kesên ku canê xwe di wê bûyerê de ji dest dabûn, 10 sal e ketine pêy dadmendiyê, lê berovajiya wê ceza li beşek ji wan hat birîn.

Naif Yavuz ê qeymaqamê wê serdemê yê navçeya Qilabanê 31ê Kanûna 2011ê çûbû gundê Roboskî û beşek ji kesûkarên qurbaniyan ji kerba li wî dabûn. Ji ber vê yekê bi îdiaya “hewldana kuştina bi qest” û “birîndarkirina bi qest” doz dijî kesûkarên qurbaniyan hatibû vekirin.

7emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê duh derbarê dozê de biryara xwe eşkere kir û dadgehê derbarê 9 kesan de biryara sberdanê da û li 22 kesan jî 170 hezar lîre pere û nêzîkî 30 salan cezayê zindanê birî. 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst