Pentagon: HSD di operasyona kuştina Xelîfeyê DAIŞê de alîkar bû

03-02-2022
RÛDAW
Nîşan HSD Pentagon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Pentagonê tekez dike ku HSD di operasyona kuştina Xelîfeyê DAIŞê de li Idlibê, alîkar bû.

Serokê Amerîkayê Joe Biden îro ragihand, di operasyona dijî terorê ya hêzên wan de a li parêzgeha Idlibe ya Sûriyê, Serkirdeyê DIAŞê yê Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî hatiye kuştin.

Rola HSDê di operasyonê de

Berdevkê Pentagonê (Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê) John Kirby jî di kongreyeke rojnamevanî de amaje bi rola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) ya di operasyona kuştina Xelîfeyê DAIŞê de kir û got, “HSD alîkar bû bo ku em vê operasyonê pêk bînin.”

Li ser pirseke derbarê rola şervanên HSDê di operasyona kuştina Qureyşî de John Kirby got, “Naxwazim bikevim nav hûrgiliyên zêdetir li ser ka ew alîkarî çawa bû! Lê ez vê yekê tînim bîra we ku ev operasyoneke Amerîkayê bû û tenê ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hat kirin.”

Şerê li nav xanî

John Kirby li ser çawaniya operasyonê jî zêdetir zanyarî ragihandin û got, Xelîfeyê DAIŞê, bi rêya teqandina xwe li tebeqeya sêyam a xanî, xwe û 3 kesên din kuşt ku ew jî hevjîna wî û 2 zarok bûn.

Berdevkê Pentagonê diyar dike, hêzên welatî wî karîne 10 kesên din li nav xanî rizgar bikin, ew jî; jin, zilam û 4 zarok li tebeqeya yekem û 4 zarok li teqeqeya duyem.

Di dewama axaftina xwe de Kirby ragihand, yek ji çekdarên Xelîfeyê DAIŞê û hevjîna wî li tebeqeya duyem a xanî, şer li gel hêzên Amerîkî kirin û di wî şerî de jî herdu kes û zarok hatin kuştin.

Plandarêjê jenosîda Kurdên Êzidî

Serokê Amerîkayê îro di gotarekê de zanyariyên zêdetir derbarê operasyona kuştina Serkirdeyê DIAŞê Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî li Idliba Sûriyê, eşkere kirin û ragihand, piştî ku `Xelîfeyê DAIŞê` ji aliyê hêzên wan ve hat dorpêçkirin, xwe teqand û çend endamên malbata xwe kuştin.

Joe Biden behsa tawanên wî “terorîstê” DAIŞê jî kir ku ji aliyê Amerîkayê ve wek `Hacî Ebdullah` naskirî ye û amaje bi êrişên DAIŞê yên qetilkirin û revandina Kurdên Êzidî kir di sala 2014an de li Şingalê û got, “Ew (Qureyşî) plandarêjê jenosîdkirina Êzidyan bû li bakur rojavayê Iraqê di 2014an de.”

 

 

Tawanên `Xelîfeyê DAIŞê`

Serokê Amerîkayê hinek ji wan tawanên `Xelîfeyê DAIŞê` bibîr xistin ku li dijî Kurdên Êzidî kirine û got, “Ew çîrokên xemgîn li bîra me hemûyan e ku komkujî tê de bû û bi temamî gund hatibûn jinavbirin, bi hezaran jin û keçên genc wek kole hatin firotin û destdirêjiya li beramber wan wek çekeke cengî bikar annî”, “lê spas ji bo hêzên me yên qehreman ku ew terorîst êdî li jiyanê.”

Joe Biden behsa dawî tawana wî “terorîstî” jî kir û got, êrişa li ser zindana Xiwêran a Hesekê jî bi fermana wî bûye û “Hêzên Sûriya Demokratîk bi qehremanî rûbirû bûn.”

Piştevaniya bo hêzên Kurdî

Serokê Amerîkayê tekez jî kir ku ew dê berdewam bin li ser karkirina li gel HSD, hêzên Iraqê û Pêşmerge û got jî, “Parastina aramiya Amerîka û hevpeymanên me erkê me yê sereke ye.”

 

 

Peyama Mesrûr Barzanî

Li aliyê din Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê kuştina `Xelîfeyê DAIŞê` de peyamek belav kir û pîrozbahî li Amerîka û hêzên taybet kir.

Mesrûr Barzanî:

  • “Kuştina terorîst Ebû Îbrahîm El Qureyşî û nehiştina wî li vê herêmê ku êş û kulên zêde bo anîbûn, ji aliyê xelkê me û xwişk û birayên me yên Êzidî ve pêşwazî lê tê kirin.”

 

 

Bangên xwe radestkirinê

Şahidhal bûyerê:

  • “Bi şev, derdora demjimêr 12 û nîv, 1 kêm çariyeke, me deng kirinin, ji me waye ku bahoz e, ji ber êvarkî bayê xurt hebû. Em derketin me yekser dît balafir di ser me re ne. Piştî 10 xulekan me bihîst kesek bang dike `xwe radest bike, mal dorpêçkirî ye, xwe radest bike, mal dorpêçkirî ye.` Paşê me dengê teqeyê bihîst. Teqe ji balafiran hebû û dengê reşaşan jî hebû.  Kesekî bi Ingilîzî bang dikir û yek werger bû, bang li jinê dikir, zaraveyê wî Iraqî bû bi rêjeya 90%. Ji wê jinê re digot xwe radest bike û bila zarok bên ba me. Xwedê dizane ku xwe radest nekir, û bi alîkariya balafiran avêtin ser malê. Piştî çariyekê rewş hêmin bû. Vê yekê derdora demjimêr û nîvekê domand.”

Piştî hinek gotegot derketibûn ku operasyonê Serkirdeyê Rêxistina Huras el-Dîn Ebû Hûsam el-Brîtanî kiriye armanc, lê navborî, ku tê texmînkirin niha li Ezazê dimîne, di tomareke videoyî de, ev îdîa red kirin.

Serkirdeyekî Berê yê Huras el-Dîn Ebû Hûsam el-Brîtanî:

  • "Nûçe hatine belavkirin ku li bakurê Sûriyê operasyonek dijî min, Ebû Hûsab el-Brîtanî hatiye kirin, lê spas ji Xwedê re ez bixêr im û kesûkarên min jî bixêr in. Xuya ye hinek kes hene ku dixwazin navûdengê min reş bikin, û wêneyekî li ser min bidin ku ez serkirde me di Rêxistina Huras el-Dîn de. Ev gotin hemû derew in."

Li gor çavkaniyên xwecihî, piştî dûrketina helîkopterên Amerîkî, balafirên bêpîlot sê cih bombebaran kirine, yek ji wan baregeheke Tevgera Ehrar el-Şam nêzîkê cihê êrîşê bûye. Xalek jî nêzîkê bajarokê Cindirêsê yê Efrîna Rojavayê Kurdistanê bûye ku heta niha nahatiye zanîn ser bi kîjan grûpê ve ye.

 

 

Operasyona li Idlibê

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê (Pentagon) îro ragihand ku li bakurê rojavayê Sûriyê operasyoneke serkeftî dijî armanceke Qaîdeyê pêk anîne beyî wêya ku zerar bigihe ti serbazekî Amerîkî.

Berdevkê Pentagonê John Kirby di daxuyaniyekê de dibêje: “Hêza operasyonên taybet a Amerîkayê di bin kontrola Fermandariya navendî ya Amerîkayê de operasyoneke dijî terorê li bakurê rojavayê Sûriyê pêk anîn. Operasyon serkeftî bû. Ti zerareke canî ya Amerîkî çênebûye.”

Tirkiye piştgiriya çekdarên li Idlibê dike

  • Parêzgeha Idlibê û çend navçeyên derdora wê ji aliyê Desteya Tehrîr el-Şam ve hatine kontrolkirin ku Tirkiye piştgiriya wê dike. Ew grûpa çekdar berê di jêr navê Eniya Nusra beşek ji Rêxistina Qaîdeyê bû.
  • Hejmarek çekdarên radîkal ku ji grûpa bi nav “cîhadî” cuda bûn, grûpeke din bi navê Xuras el-Dîn damezrandin, ku wek grûpeke terorîst tê hesabkirin û di salên dawî de bûye armanca êrîşên esmanî yên Hevpeymaniya Navdewletî.
  • Çendîn sal e, artêşa Amerîkayê bi dronan êrîşên esmanî dijî endamên Qaîde li Sûriyê pêk anîne ku piştî destpêkirina şerê navxwe yê wî welatî, aktîv bûn.

 

 

Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî

  • 31ê Cotmeha 2019an weke xelîfeyê nû yê DAIŞê hat ragihandin
  • Ebû Îbrahîm Elhaşimî Elqureyşî Tirkmen e û xelkê Telaferê ye
  • Piştî nemana rejîma Baes tevlî El Qaîdê bûye
  • Sala 2004ê ji aliyê hêzên Amerîkî ve li kampa Bucayê hate girtin
  • Weke cîgirê Ebûbekir Bexdadî dihat naskirin
  • Şeva 2ê Sibatê li Idlibê hat kuştin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst