Colemêrg; kepçe li xebatkara tendirustiyê qelibî û canê xwe ji dest da

03-02-2022
RÛDAW
Nîşan Colemêrg Ceylan Oner
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li Colemêrgê xebatkareka tendirustiyê ya ji Mêrdînê ji ber kepçeya ku berfa li ser rê û kolanan paqij dikir lê qelibî canê xwe ji dest da.

Bûyer roja Çarşembê 2ê Sibata 2022an li nêzîk pira taxa Berçelan a bajarê Colemêrg a Bakurê Kurdistanê qewimî û kepçeyek ku karê paqijkirina berfê li ser rê dikir, li xebatkata tendirustiyê ya Servîsa Lezgîn a 112 Ceylan Oner qelibî.

Di bûyerê de xebatkara genc a tendirustiyê Ceylan Oner canê xwe ji dest da.

Piştî rûdana bûyerê û li ser agahdarkirina welatiyan, tîmên tendirustiyê û polîsan çûne cihê bûyerê. Piştî ku hat zanîn wê xebatkarê canê xwe ji dest daye, cenazeyê wê bi ambulansê rakirina morga Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

Ajokarê kepçeyê jî ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin.

Rêveberê Tendirustiyê yê Parêzgeha Colemêrgê Hamdullah Kara û rayedarên Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê û hin saziyên din jî serdana cihê bûyerê kirin.

Li gor agahiyan, Ceylan Oner li Servîsa Lezgîn a 112 a tendirsutiya Colemêrgê nû dest bi kar kiribû.

Piştî karûbarên yasayî, cenazeyê Oner tevî ekîbên tendirustiyê bo bajarê wê Mêrdînê hat şandin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst