Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê êrişa li ser tîma Rûdawê şermezar kir

03-02-2022
RÛDAW
Nîşan Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê Rûdaw Evîn Yûsif Tîma Rûdawê Qamişlo Pêşangeha Pirtûkan a Qamişlo
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û êrişa li ser tîma Rûdawê ya li Qamişlo şermezar kir.

Li gor wê daxuyaniyê ku ji aliyê Komîteya Tekezîkirina Azadiya Rojnamevanî û Mafê Rojnamevanan a Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê ve hatiye belavkirin, “Bêrêzî li beramberî peyamnêra Rûdawê hatiye kirin.”

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê bibîr dixe ku sala borî “Ofîsa Rûdawê ya li Rojavayê Kurdistanê çend caran hatiye girtin.”

Di dewama daxuyaniyê de Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê behsa êrişa dawî jî dike, “Di dema biaxsipartina 12 şehîdên HSDê li Qamişlo, hêzeke nenaskirî êrîşî tîma Rûdawê kir.”

`Tişta hatiye kirin dûrî prensîpên azadiya derbirînê ye`

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê radigihîne, “6 jinên asayîşa Qamişlo rêgirî û bêrêzî li peyamnêra Rûdawê Vîviyan Fetah kirine. Şûna êşkencedan û lêdanê li ser laşê rojnamevanên Rûdawê diyar e.”

Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê tekez dike, “Tişta beramberî Rûdawê hatiye kirin dûrî perensîpên azadiya derbirînê ye û karekî siyasî û rêkxistî ye.”

Komîteya Tekezîkirina Azadiya Rojnamevaniyê daxwaz ji Rêveberiya Xweser dike, “ji bo rawestandina wan binpêkirinên dijî Rûdawê kar bike, tawanbaran bigire û wan radestî dadgehê bike.”

Evîn Yûsif: Em êrişa li dijî Rûdawê qebûl nakin

Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad Evîn Yûsif jî êrişa li ser tîma Rûdawê şermezar kiribû û gotibû, “Em êrişa li dijî Rûdawê qebûl nakin û em dê di warê qanûnînê de êrişa li ser Rûdawê bişopînin.”

Hevseroka Yekîtiya Ragihandina Azad amaje bi yekê kir ku wan li Asayîşê di derbarê bûyerê gilî toma kirine, ji bo ku ew kes derkevin holê û ji wan hesab bê xwestin û wiha berdewam kir “Ji ber ku karê asayîşê parastina miletê sivîl e û rojnamevan jî miletê sivîl in, nabe îşkence bibin. Di bin çi navî de bin jî nabe îşkence çêbibin û em jî li dijî vî tiştî ne. Em vî tiştî qebûl nakin û me doza lêpirsînekî .”

 

 

Êrişa li ser tîma Rûdawê

Tîma Tora Medyayî ya Rûdawê li Qamişlo ji aliyê grûpekê ve rastî êrişê hat û wênegir hat îşkencekirin.

Duh Çarşemê, demjimêr 14.00, di dema rûmala merasîma bixakspartina 12 şehîdên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD), li Goristana Şehîdan a Qamişlo, hêzeke nenas êriş bir ser tîma Tora Medyayî ya Rûdawê ku ji peyamnêr Vîviyan Fettah, wênegir Îsa Hesen Xelef û şofêr Ebdullah Mejdel pêk dihat.

Li Goristana Şehîdan 6 jinên endamên Asayişa Qamişlo, rêgirî û bêrêzî bi peyamnêra Rûdawê Vîviyan Fettah dikin û piştre dibin navenda Asayişa Qamişlo.

Herdu Hevserokên Navenda Asayişa Qamişlo lêborînê ji peyamnêra Tora Medyayî ya Rûdawê dixwazin, li ser wê serederî û bêrêziya hêzên asayişê li Goristana Şehîdan û bi rê dikin.

Lê di heman demê e her li Goristana Şehîdan, 5 kes ku cilên serbazî li ber bûn, lê endamên asayiş an hêzên polîs nebûn, wênegir Îsa Hesen Xelef û şofêr Ebdullah Mejdel siwarî otomobîleke Rûdawê dikin, dibin cihekî derveyî Qamişlo û piştî îşkence, lêdan û gefan, wan berdidin.

Di vê êrişê de kamêra, sîstema veguhestina weşana zindî ya Tora Medyayî ya Rûdawê, çend belge û nasnameya peyamnêr Vîviyan Fettah ku di çenteya di otomobîla Rûdawê de bûn, hatine birin.

Di çenteya Vîviya Fettah de (nasnameya Tora Medyayî ya Rûdawê, karta endamtiya Yekîtiya Ragihandina Azad, welatînameya Sûriyê, moleta şofêriyê, salnameya otomobîlê û nasnameya Encûmena Ragihandina Rêveberiya Xweser) tê de bûn, hatine birin lê dest nebirine pere û kelûpelên din.

Piştî berdana wênegir û şofêrê Tora Medyayî ya Rûdawê û eşkerebûna îşkence û azardayîna wan, Rêveberê Ofîsa Qamişlo ya Tora Medyayî ya Rûdawê û peyamnêr, wênegir û şofêrê Rûdawê li Navenda Asayişa Qamişlo, giliya yasayî bi fermî tomar kirin û soz bi wan hatiye dayîn, ew grûpa êrişî tîma Tora Medyayî ya Rûdawê kiriye, bê dîtin û kelûpelên Rûdawê bên vegerandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst