Ergin Tekin: Eger derfetek hatibe qezenckirin divê em xwedî lê derkevin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Partiya KEDê (EMEK) yê Bajarê Dersîmê Ergin Tekin diyar kir ku divê li dibistanan zimanê Kurdî û zaravayên wê wek zimanê perwerdê bên dayîn û bang li malbatan kir ku bo zarokên xwe dersa Kurdî ya bijarte hilbijêrin.

Proseya serlêdana dersên bijarte û kampanya agahdarkirina malbatan li bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê berdewam e. Hejmareke zêde ya hunermend, rewşenbîr, siyasetmedar, aktîvîst, sazî û kesayetiyên Kurd tevlî kampanya ji bo dersa bijarte ya Kurdî bûne û bang li malbat û xwendekaran dikin ku dersa Kurdî hilbijêrin.

Serokê Partiya KEDê yê Bajarê Dersîmê Ergin Tekin derbarê proseya serlêdanên dersa Kurdî ya bijarte de bo Rûdawê axivî û amaje bi wê yekê da ku eger derfetek hatibe qezenckirin divê hemû kes xwedî lê derkevin û nehêlin desthilat ziman bike amûreke propagandaya xwe.

Ergin Tekin got: “Wek tê zanîn zaraveya Zazakî yê zimanê Kurdî di lîsteya zimanên li ber ji navçûnê de ye. Me jî wek partî bangawazî kir ku gelê me bo zarokên xwe dersa Kurdî hilbijêrin. Ji ber derfetek hatiye qezenckirin divê em hemû xwedî lê derkevin. Em nehêlin ku desthilat vê mijarê bike amûreke propagandayê. Eger desthilat di vê mijarê de dilsoz be divê hem li zanîngehan beşên nû yên Kurdolojî bên vekirin û li gor wê jî kotaya mamosteyan bê zêdekirin. Em dizanin heta niha tenê 79 mamoste hatine erkdarkirin lê hezar û 500 xwendevan hene ku ev beş bi dawî kirine û hewl didin bibin mamoste. Lê ji ber cîh nayê veqetandin nikarin mamostetiyê bikin. Divê desthilat di vê mijarê de gavên pratîk bavêje û dilsoziya xwe nîşan bide.”