Li Hewramanê merasima 'Pîr Şalyar' destpê kir
Hewlêr (Rûdaw) – Li Hewramana Text a li Rojhilatê Kurdistanê merasima Pîr Şalyar destpê kir ku merasima herî giring a olî-kulturî ya xelkê Hewramanê ne û her sal di yekemîn çarşemba nîvê duyem a meha duyem a zivistanê destpê dike û bo dema çend rojan didome. Îsal jî wek salên berê bi sedan kes di merasima Pîr Şalyar de beşdar bûn.
Hewramana Text li parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ye û her sal mêvandariya du merasiman dike ku yek ji wan di naverasta demsala zivistanê de ye û bi ahenga Pîr Şalyar tê nasîn û ya din jî di naverasta demsala biharê de ye û bi Komsay tê nasîn.
Ahenga Pîr Şalyar her sal di çarşema yekem a nîvê duyem a meha duyem a zivistanê de birêve diçe.
Merasima Pîr Şalyar merasimekê kevn a kurdewarî ye ku li Rojhilatê Kurdistanê û li devera Hewramanê birêve diçe. Zemawenda Pîr Şalyar her sal di nîvê duyem ê demsala zivistanê de û bi destpêka çileye biçûk li Hewremana Text dest pê dike.
Ji ber merasîma Pîr Şalyar, her sal gelek geştyar ji navçeyên din ên Kurdistanê, Îranê û welatên cîhanê serdana Hewramanê dikin.
Merasim êvara roja Sêşembê bi kevneşopiya “Kote Kote”ji aliye zarokan ve dest pê dike.Zarok xelkê gund agahdar dikin ku sibe Zemawenda Pîr Şalyar e. Li ber deriye malan dikin hawar û dibên; “KoteKote - KlawRojne”. Xwediyên malan jî diyariyekê dixin turikê zarokan. Sibeha roja din jî zarok li nav kolanan kevneşopiya-nerîta “KlawRojne”(Kuleka ku roj têre li hundir dixe) birêve dibin. Şahiya Pîr Şalyar yek ji kevintirîn cejnên Zerdeştiyan e li Kurdistanê ku dîroka wê vedigere berî Îslamê. Zemawend an Şahî bi dabeşkirin-belavkirina gwîzên baxê Pîr Şalyar li nav xelkê dest pê dike.
Serê sibeha roja Çarşembê li ber deriye mala Pîr Şalyar pez û mî tên qurbanîkirin. Xwîna qurbaniyan ji ser banê malan ve dirije ser banên din. Goştê qurbaniyan li nav xelkê gund tê belav kirin û beşek jî dibe tirşikeke taybet bi navê “Helûşîne Tişî” ku xwarineke pîroz tê dîtin û bi hezaran sal e ji aliyê xelkê Hewreman ve tê çêkirin.
Roja Pêncşemê govend dest pê dike ku niha bûye semaya derwêşan. Hejmareke zêde ya derwêş û xelkê Hewremanê li ber mala Pîr Şalyar dest bi sema û zikra derwêşan dikin. Di dema Zemawenda Pîr Şalyar de her malbateke Hewremana Text hemû kevneşopiyên bav û bapîrên xwe yên berê pêk tînin.
Di zemawenda Pîr Şalyar de, sewikeke (qursikeke) taybet û tamxweş bi navê “Gête Meje” tê çêkirin ku xwarineke pîroz e di wê şahiyê de. GêteMeje ligel mast li ser mezara Pîr Şalyar tê xwarin û piştre dîsan sema dest pê dike. Li tenişt mezara Pîr, keç û jin parçe qumaşekî bi sê girêkan girêdidin ku tarîxeke wê ya kevin heye.
Zemawenda Pîr Şalyar û Sedsala Zerdeştiyan bi hev re birêve diçin û li gor tekstên qedîm ên dîrokî, Pîr Şalyar yek ji pîrên naskirî yê ola Zerdeştî bûye ku jiyana xwe bo belavkirina ola Zerdeştî li Kurdistanê veqetandiye. Kitêbeke Pîr Şalyar bi zimanê Kurdî ya bi nave “Marîfetûpîrî”hebûye ku yek ji tekstên pîroz ên Kurdistanê ye.
Pîr Şalyar navê pîrekî devera Hewramanê bûye ku xelkê navçeyê wî wek kesayetiyekî giring û xwedan keramet dibînin. Li gor efsaneyên wê navçeyê, Pîr Şalyar ji ber kerametên xwe kariye keça Şahê Buxarayê çareser bike ku nexweş bûye û pizîşkan nekariye wî derman bikin. Şahê Buxarayê jî li beramber vî karî de keça xwe daye wî. Merasima Pîr Şalyar bi wê bûyera efsaneyî ve tê girîdan ku dîroka wê bi zelalî nayê zanîn, lê hin kes dibêjin bûyer a 700 sal beriya niha bûye û hinek din jî dibêjin bûyer vedigere bo zêdetirî hezar sal beriya niha.
Hewramana Text, bajarokeke 5 hezar kesî ya Rojhilatê Kurdistanê ye, ku ser bi navçeya Sewlava ya parêzgeha Sineyê ve ye.
Bajarokê Hewremana Text ku merasima Pîr Şalyar lê birêve diçe, bûye cihekî girîng û geştyarî û xwezaya wê ya ciwan û bêwêne bala geştyaran dikşîne. Hewremana Text dikeve cihekî çiyayî û rêyên wê yên dijwar jî gelekî bala turîstan dikşînin.