Wan: Koçberan ji sermayê dest, ling û tiliyên xwe ji dest dane

Hewlêr (Rûdaw) - Hejmarek koçberên ne yasayî ku hewl dane ji welatên wek Efxanistan û Pakistanê di ser sînorên Rojhilat û Bakurê Kurdistanê re xwe bigehînin welatên Ewropayê, niha li nexweşxaneya Wanê ya Bakurê Kurdistanê ne. Şert û mercên giran ên zivistana navçeyê di rê de bandoreke xirab li wan kiriye û beşek ji wan dest, ling û tiliyên xwe ji ber sermayê ji dest dane.

 Niha pizîşkên nexweşxaneya Wanê hewl didin wan derman bikin.

Doç. Dr. Sabahattîn Çelîk dibêje, “Wek hûn dizanin yek ji rêyên koça koçberan sînorê Wanê ye. Di dema koçê de koçber rûbirûyê şewitîna cidî ya ji sermayê dibin. Di vê dema zivistana giran de ew neçar dimînin di ser çiyan re derbas bibin û dikarin dest û lingên xwe ji dest bidin. Em rûbirûyê pirsgirêkên bi vî rengî ên tendirûstî dibin. Ji ber em parêzgeheke sînorî ne bi taybet di demên zivistanê de em rûbirûyê gelek şewitînên ji sermayê dibin û çareseraiya wan dikin.”

Pizîşkên vê nexweşxaneyê herwiha derbarê şewatên ji sermayê li ser 50 ji wan koçberan lêkolîn kirine û encamên wan lêkolînan wek gotarekê di kovareke zanistî ya navdewletî de belav kirine. 

Doç.Dr.Sabahattîn Çelîk têkildarî vê yekê dibêje, “Me di xebata xwe de zanyariyên derbarê van nexweşan de kom kirin. Wê serdemê derdora 50 nexweşan li Beşa Şewatan a Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînan hatin şopandin. Karmendên me yên tendirûstî bi fedakariyeke zêde alîkariya wan koçberan kirin. Me lêkolînên xwe yên wê demê bi hûrgilî kom kirin û me ev kir xebatek. Xebata me di kovareke zanistî de hat weşandin. Em ji vê yekê kêfxweş in. Xebata me di nav wan kesên di qada navdewletî de li ser şewatên ji sermayê kar dikin deng veda.  ”

Parêzgeha Wanê ji bo derbasbûna koçberan rêyeke sereke ya derbasbûnê ye.

Koçber gelek caran di rê de rûbirûyê karesatên mezin dibin û beşek ji wan ji sermayê canê xwe jî ji dest didin. Li gor amaran di 2 mehên dawî de li ser sînorê Rojhilat û Bakurê Kurdistanê herî kêm 8 koçberan ji ber sermayê canê xwe ji dest dane.

Tevî vê yekê hatina koçberan a bo Wanê berdewam e, bi awayekî li gor daxuyaniya parêzgariya Wanê tenê di Çileya îsal de 3 hezar û 288 koçber û 171 kesên ku veguhestina koçberan organîze dikin hatine girtin.