Li Hevserokê berê yê DBP'a Amedê 6 sal û 3 meh zindan hat birîn

03-02-2021
RÛDAW
Nîşan DBP Amed Garîp Kandemîr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê berê yê DBP'a Amedê, Garîp Kandemîr 6 sal û 3 mehan cezayê zindanê lê hat birîn.

Hevserokê berê yê DBP'a Amedê Garîp Kandemîr îro li 11'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate darizandin.

Di encama danişîna dozê de bi îdiaya "Endamtiya PKK''ê, 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê bi ser Kandemîr  de hat sepandin.

Kandemîr ku di heman demê de li ser navê DBP'ê Endamê Platforma Zimanê Kurdî ye, ji Rûdawê re axivî û got: "Ez ji ber kar û barên xwe yên siyasî hatime cezakirin. Ji ber amadekariya pîrozbahiyên Newrozê, axaftina mitîngan û çûna hin şînan hatime cezakirin."

Hevserokê berê yê DBPa Amedê herwiha diyar kir, "Ev ceza ne hiqûqî ye. Bi temamî siyasî ye."

Kandemîr da zanîn ku ew ê bi riya parêzerên xwe li hemberî vê cezakirinê mafê xwe yê îtirazê bi kar bîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst