Çekdarên Sultan Murad li Efrînê 4 welatiyên Kurd girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Çekdarên grûpa Sultan Murad a girêdayî Tirkiyê hejmarek welatiyên Kurd ji gundê Sêmalka bi ser nahiyeya Mabata ya herêma Efrînê girtine.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê ragihandiye, roja 31ê meha çille, çekdarên grûpa Sultan Murad avêtine ser gundê Sêmalka û hejmareke gundî girtine.

Rêxistina navborî diyar kir ku ji girtiyan heta niha her yek ji Ehmed Seydo, Aras Yûsif, Şiyar Seydo û Yûsif Betal hatine naskirin.

Li gor heman rêxistinê, ew welatî bi tohmeta pêwendiya li gel Rêveberiya Xweser a ku berê li herêmê hebû, hatine girtin, lê armanca rasteqîn wergirtina fidiyeyê ji kesûkarên wan e.

Rêxistinê herwiha diyar kir ku roja 26ê Çile, istixbarata Tirkiyê û polîsên sivîl welatiyê bi navê Ebdo Henan ê 55 salî ji gundê Maratê girtine.

Herêma Efrînê ji 18ê Adara 2018an ve di jêr kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ye û ji wê demê de binpêkariyên li hember Kurdan ku xelkê resen ên herêmê ne berdewam in.