Grûpên çekdar mezargeheke Kurdên Elewî li Efrînê rûxandin

03-02-2019
RÛDAW
Çekdaran gorên mezargehê xirabkirine û li asewarên kevin geriyane
Çekdaran gorên mezargehê xirabkirine û li asewarên kevin geriyane
Nîşan Efrîn Mezargeh Kurd Elewî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê mezargeheke Kurdên Elewî li devera Mabata ser bi Efrînê rûxandin.

 

Li gorî çavkaniyên xwecihî ji herêma Efrînê, çekdarên grûpên opozisyona Sûriyê mezargeheke Kurdên Elewî di navbera bajarokê Mabata û gundê Qenterê de rûxandine.

 

Heman çavkaniyan diyar kirin ku çekdaran gorên mezargehê xirabkirine û li asewarên kevin geriyane.

 

Ji dema ku artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê herêma Efrînê kontrol kirine, hejmareke mezin ji mezargeh û ziyaretên herêmê bi taybet jî yên Kurdên Êzêdî li ser destê grûpên çekdar hatine rûxandin û wêrankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst