Liv û tevgerên DAIŞê li deverên sînorî yên Mûsilê zêde bûne

03-02-2019
Huner Ehmed
Huner Ehmed
Metirsiyek heye ku dibe li Til Etşane 200 çekdarên DAIŞê hebin
Metirsiyek heye ku dibe li Til Etşane 200 çekdarên DAIŞê hebin
Nîşan DAIŞ Mûsil Til Etşan Metirsî Iraq Sûriye
A+ A-

Mûsil (Rûdaw) – Liv û tevgerên DAIŞê li deverên sînorî yên Mûsil û Sûriyê zêde bûye, metirsiyek heye ku dibe li Til Etşane 200 çekdarên DAIŞê hebin.

 

Rûdaw diçe gundên li paş Mûsilê yên li ser rêya Sûriye – Iraqê, ku tenê 35 kîlometre ji bajêr dûr in. Ji bilî ala Iraqê, ti hêzeke Iraqî li gund nemaye û vekişiyane.

 

Xelkê gundên Xebîrat Etşane, Damirçî Mezin, Dirnac û deverên derdorên wan hest bi metirsiya DAIŞê dikin, ku tenê kîlometreyek ji gundên wan dûr in, lewma naxwazin biaxivin.

 

Niştecihekî gundê Xebîrat Etşane yê ser bi Mûsilê dibêje: “Artêşê ew dever ji me re qedexe kiriye, ne dihêlin em pezê xwe bibin û ne jî dihêlin em bi xwe herin wî çiyayî.”

 

Metirsiyên DAIŞê di astekê de ye ku bi awayekî berdewam dengê firokeyên çavdêriyê li esmanê wê deverê tê bihîstin.

 

Çekdarên DAIŞê careke din li wê deverê xwe rêxistin dike, ku di sala 2014an de hatibû nav Mûsilê û hêj ew xendeqên ku DAIŞê ji bo parastina xwe li van deveran vekiribû, mane. Hikûmeta Iraqê jî piştî kontrolkirina van deveran û ji ber metirsiya cardin serîhildana DAIŞê, li derdora gundan xendeq kolandine.

 

Til Etşane di Sibata 2017an de piştî hefteyekê ji rûbirûbûna ji aliyê hêzên Iraqî û Heşda Şeibî ve bi hevkariya firokeyên şer ên hevpeymanan hat kontrolkirin, lê niha DAIŞ careke din vegeriyaye û wisa tê texmînkirin ku nêzîkî 200 çekdarên DAIŞê xwe veşartibin.

 

Metirsiyên DAIŞê li aliyekî û egera bihevketina hêzên Heşda Şeibî û hêzên Amerîkayê li nav bajêr li aliyekî din, çarenivîsa niştecihên Mûsilê bi nediyarî hiştiye, nizanin dê çi biqewime.

 

Ehmed Îbrahîm ku dengê xelkê Mûsilê gihande Parlementoya Iraqê bi dilekî tijî û bi çavekî hêsirtijî daxwaz dike ku Mûsil nebe cihê şer û pevçûnê, niştecihên bajêr dibêjin ku nikarin êşeke din tehemul bikin.

 

Îbrahîm dibêje: “Amerîka ser serê me, lê em êdî şer naxwazin, min şerm kir di şerê Iraq – Îranê de min çi sûd dît, bes e bira bes e, em aştî dixwazin, em dixwazin bijîn, bes e. Tenê şer, ne dibistan maye ne mizgeft, çima bira çima, ma Iraq ne hejar e.”

 

Parlementerên Mûsilê li parlementoya Iraqê û rayedarên bajêr ji serokwezîr daxwaz kirine hêzên zêdetir bişînin Mûsilê, ji ber ku gef û metirsiyên DAIŞê cidî ne.

 

Serokê Encûmena Parêzgeha Mûsilê Seydo Çeto ji Rûdawê re ragihand: “Em ji serokwezîr daxwaz dikin ku ji aliyê ewlehiyê ve giringî bide Mûsilê. Ji aliyê rewşa ewlehiyê ve em daxwaz dikin ku hêzên ewlehiyê werin rêkxistin. Di heman demê de hevahengî hebe di navbera hêzên ewlehiyê û hikûmetê de ku ji Heşd û artêş û polîsê navxweyî û federalî pêk tê.”

 

Wêneya ti cihekî Mûsilê naşibe wêneyên berî şerê DAIŞê, xelkê bajêr ji wê yekê ditirsin ku rewşa bajêr ji vê xirabtir bibe û xweziya xwe bi wêneyên niha bînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst