Li Derbendîxan kuştina biguman a efserekî

03-02-2018
RÛDAW
Nîşan Derbendîxan Efser Kuştî Rastî Ehmed
A+ A-

Debendîxan (Rûdaw) – Li gundekî nêzîkê Derbendîxan termê efserekî Rêveberiya Şîdeta Dijî Jinan a Germiyan di nav otomobîla xwe de hat dîtin.

 

Derbarê bûyerê de Rêveberê Polîsên Derbendîxan Komîser Silêman Ehmed, ji Rûdawê re got ku li nêzîkê gundê Jaleawî yê ser bi qezaya Derbendîxan termê efserê bi nave Rastî Ehmed di nav otomobîla xwe de hatiye dîtin û cihê fîşekan bi laşê wî ve xwiya bû.

 

Li gor Silêman Ehmed, heta niha ne diyar e ka ew efser hatiye kuştin an wî xwe kuştiye. Silêman Ehmed da zanîn ku polîsên Derbendîxan dest bi lêkolînan kirine û termê wî jî şandina Dadpizîşkiya Silêmaniyê daku bizanin bi çi awayî canê xwe ji dest daye.

 

Hevdem Berdevka Polîsên Qeza û Nehyeyên Silêmaniyê Îqbal Mihemed jî diyar kir ku efserê navbirî di nav otomobîla xwe de bi demançeyê dawî li jiyana xwe aniye.

 

Kesekî nêzîkî Rastî Ehmed ji Rûdawê re wiha axifî: “Meha borî pirsgirêkeke Rastî Ehmed ligel berpirsekî Rêveberiya Şîdeta Dijî Jinan a Germiyanê hebû û hatiye dûrxistin. Piştre soz danê ku 15 roj piştre li Rêveberiya Şîdeta Dijî Jinan a Silêmaniyê kar bike, lê wê daxwaz kiribû ku li Trafîka Germiyan dewam bike.”

 

Kesê Nêzîkê Rastî Ehmed wiha dibêje: “Şeva borî Rastî Ehmed ji bavê xwe re gotiye, dixwazim ji bo mastera xwe biqedînim biçim Qibrisê. Paseporta xwe dibe û ji mal derdikeve. Piştre telefona xwe digire û vê sibê kuştî hat dîtin.” Kesê nêzîkê efserê navbirî, eşkere kirk u fîşeka demançeyê li sere Rastî ketiye û demançeya wî jî di nav otomobîlê de di destê wî de bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst