Şer didome û artêşa Tirkiyê Hec Hesna topbaran dike

Hewlêr (Rûdaw) – Di 15mîn roja operasyona ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê de bombardiman û topbarankirina gund û bajarokan berdewam e û li Bersaya, Bilbil, Raco û Cindirêsê jî şereke giran heye.

 

Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê Şewket Herkî ji Kilîsê ragihand ku ji doh ve û heta niha ji xeynî bombardimanê gundên Bukê, Zehran û Baniya Qurê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tên topbaran kirin û deng heta nav Kilîsê.

 

Şewket Herkî diyar kir ku sê roj dibe li Çiyayê Bersaya, Bilbil, Raco û Cindirêsê şerekî giran heye û ew navçe û derdor jî bi giranî tên topbaran û bombarduman kirin.

 

Li ser çarenivîsa wan gundan jî Herkî da xwiyakirin ku ji ber şer û topbaranê nayê zanîn ka çi bi xelkê wan gundan hatiye. Herwiha got ku tu zanyarî li ser kontrolkirina wan gundan jî neketine destê wan.

 

Li gor medya nêzîkê PYDê jî, topxaneyên artêşa Tirkiyê mûşekên Ketyûşa diavêje gundê Hec Hesna yê girêdayî navçeya Şiyê  û goristana Şehîd Seydo ya li herêma Cindirêsê jî topbaran dike.

 

Peyamnêrê Rûdawê herwiha da zanîn ku tevgera leşkerî jî berdewam e û leşker zêdetir li gundê Gulbaba û Hassayê tên bicîh kirin ku berî niha grûbên ser bi Tirkiyê li wan cihan dihatin perwerdekirin.

 

Roja 20ê Çileya 2018an Artêşa Tirkiyê dest bi operasyona ser Efrînê kir û heta niha jî berdewam e. Di operasyonê de ji ber topbaran, bombebaran û şer û pevçûnên navbera Artêşa Tirkiyê – grûbên girêdayî wê û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji herdu aliyan gelek kes bûne qurbanî.