Fuad Husên: Serjêkirin karê DAIŞê ye ne yê Kurd û Pêşmerge

03-02-2015
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên hişyariyê dide û dibêje, eger di têkdana termê kuştiyan de li eniyên şer, Pêşmerge mîna DAIŞê bikin, wê demê hevkariya navneteweyî bo kurdan di şerê li dijî DAIŞê de dikeve metirsiyê. Husên dilgiraniya xwe jî nîşan da ku “Divê êrişa vê carê li ser Kerkûkê bê nirxandin, çimkî ev ne cara yekem û duyem e ku DAIŞ di wê eniyê de pêşde diçe.” 

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Hisên dilgiraniya xwe ji hinek reftaran nîşan da ku di şerê roja 29ê Çileya 2015 de li Kerkûkê ji hêla hinek Pêşmergeyan ve li hember termên kuştiyên DAIŞê hatibûn kirin û wiha got:

“Nabe hevwelatiyên kurd termên kuştiyên DAIŞê bi paşiya otomobîlan bikşînin an alîgirên DAIŞê ji hêla Pêşmergeyan ve bên gurandin, çimkî ev ne siyaseta Herêma Kurdistanê ye, ev reftarên DAIŞê bixwe ne.”

 

Di şerê Kerkûkê de, hinek ûêşmergeyan sivikatî bi termên kuştiyên DAIŞê kiribûn, wek di hinek wêne û dîmenên vîdyoyî de hat dîtin. Ev yek jî piştî wê hat ku DAIŞ ji pênc milan ve bi pêş ketibû û çend Pêşmerge di wî şerê de şehîd bibûn.

 

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê dibêje: “Ew reftar li dijî kurdan tên hesêbkirin, çimkî xala bihêz a kurdan di vî şerî de ew e ku axa wan heye, serkirdatî û xelk û pêşmergeyên wan hene. Lê hevkariya mirovatî û leşkerî ya navneteweyî jî bi kurdan re ye û çênabe em wan hevkariyan ji dest bidin. Lê bi reftarên wiha ew hevkarî dikevin metirsiyê. Prensîb û exlaqên kurdan hene û li ser asta dinyayê kurd bi exlaqên xwe tên naskirin. Nabe asta van nirx û bihayan nizm bibe.”

 

Ligel hatina DAIŞê bo Iraq û Başûrê Kurdistanê, DAIŞê dest bi kuştin û gurandina xelkê kir. Van reftarên DAIŞê kirin ku dewletên dinyayê bi serdariya Amerîkayê biryara şer li dijî DAIŞê bidin.

 

Fuad Hisên behsa reftarên DAIŞê dike û dibêje: “Hizr û rêbaza DAIŞê kuştin û serjêkirina mirovan e. Lê ev ne rêbaza kurdan e. Kurd bi dinyayê re şerê qirkirina rêbaza DAIŞê dikin. Qet nabe kurd rabin û heman karên DAIŞê dubare bikin.”

 

Derbarê şerê Kerkûkê û pêşdehatina DAIŞê li wir jî, Fuad Husên got: “Divê ev yek bê nirxandin. Ev ne cara yekem û duyem e ku DAIŞ li Kerkûkê bi pêş de diçe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst