Vîdeo.. Kurdên êzîdî di gorrên komî de ne
Hewlêr (Rûdaw) – Li nêzîkî nahiyeya Sinûnê ya girêdayî bajarokê Şingalê yê Başûrê Kurdistanê, gorrek komî hat dîtin ku tê de zêdetirî 20 term hatin dîtin.
Peyamnêrê Rûdawê Berekat Îsa ragihand: “Li kêleka gundê Xanesûrê yê nahiyeya Sinûnê gorrek komî ji aliyê şivanekî ve hat dîtin.”
Berekat Îsa da zanîn ku, “Di wê gorrê de zêdetirî 20 term hene ku hemû sivîl in. Di nav wan de termên jin û zarokan jî hene. DAIŞê ew kes îdam kirine.”
Kuştiyên di wê gorrê de ne, piştî girtina devera Şingalê ji aliyê DAIŞê ve bi destê çekdarên DAIŞê hatine komkujkirin.
Piştî ku çekdarên DAIŞê devera Şingalê girtin, gellek kesên sivîl û bêguneh komkuj kirin û di gorrên komî de çal kirin.