Awareyên Felûce li kabîneya geştyariyên Dûkan niştecî dibin

 

Cemal Ehemd Cemîl

Dûkan (Rûdaw) - Ehmed Nisan, xortekî 20 salî ye. Li nav yekê ji kabîneyên geştyarî yên qezaya Dûkan ligel malbata xwe niştecî bûye. Ev cihê ku tê de civiyane, divê xelk gellek pereyan bidin da ku şevekê tê de bimînin.

Tevî ku berdewam devliken bû, lê heta niha ew xem û azar ji bîrê neçûne, ku ji dema ji bajarokê xwe derketiye hest pê kir "Em ji tirsa topbaranê reviyan Silêmaniyê, lê jiyana me li vê derê gellekî zehmet e."

Gellek mêr li kenarê vî çemî rawestiya ne, li wî alî jî malbat û hevjînên wan ku xwe bi awayekê xelîcî girêdane, rûyên xwe nixumandine û tenê çavên wan ne nixumandî ne, bi zarokên xwe mijûl in. Ew awareyên parêzgeha Enbar û bajarokê Felûce ne.

"Ji ber nebûnê, me mobayla xwe firot" Ehmed dibêje ku rewşa darayî ya malbata wî baştir e ji wan ên din ên ku nikarin li kabîneyê bin. Ji ber ku ew destteng in berê xwe dan derdora Dûkan. Weke ku wan behs kirin beşekî din ji wan li ser kolanan niştecî bûn.

Ehemed Xelîl Kurdî, xortekî bi regeza xwe kurd e, weke ku dibêje, lê ti peyva kurdî nizane "Ti xercî bi me re nîne. Em li kolanan man, ti alîkarî bi me re nebû. Em dozê li hikûmeta Iraqê û Kurdistanê dikin ku alîkariya me bikin."

Awareyên parêzgeha Enbar ku bi sedema kêşeyên vê parêzgehê berê xwe dane Silêmaniyê, pirraniya wan li cihên geştyariya qezaya Dûkan niştecî bûn. Ew nêzîkî 110 malbatê ne û bêhtir ji 600 kesî pêk tên. Pirraniya wan xelkên bajarokê Fellûcê ne.

Awareyên Felûce ligel tîma Rûdaw axifîn. Zîne Tariq dibêje "Em 4 heta 5 malbatan li kabîneyê ne. Hinek ji me li ser kolanan in.

Xirabiya rewşa darayî wiha dike ku em li ser kolanan bin ne di kabîneyan de bin. Heta niha ti alîkarî bi me re nebûye."

Qaymeqamê qezaya Dûkan Aso Bekir dibêje pêşî doza kefîlan ji awareyan kirin, lê piştre nûnerê encûmena parêzgeha Enbar serdana Dûkan kir, ev merc ji ser wan rakir.

Salane gellek geştyar serdana parêzgeha Silêmaniyê dikin, bi taybetî qezaya Dûkan, lê ji ber vê yekê ev rewş dibe bargiranî û rêgir li ber hatina geştyaran.

Dibe cudahiya awareyên Felûce ligel awareyên din ew be li cihekî geştyarî niştecî bûn, lê dibe hokara wê ew be ku di vî werzî de geştyar kêm bin û xwediyên şûnên geştyariyê bi buhayeke kêmtir van kabîneyan bidin wan. Lê dema van malbatan nûçeyên nû yên bajarê xwe dibihîstin, wan bîr dibirin ku jiyana wan a niha heta çi radeyê debar nabe. Bi baweriya wan jiyaneke baştir ji wan re ewe ku li jêr çavdêriya hikûmeta Herêma Kurdistanê bimînin.