Fransa û Almanya ji bo Kurdan 'çareseriya siyasî' dixwazin

Hewlêr (Rûdaw)- Fransa û Almanyayê di helwesteke piştgiriyê de ji bo Kurdên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyêyê "çareseriya siyasî" û "ewlehiyê" dixwazin.

Wekî yekem serdana berpirsên payebilind ên welatên rojavayî bo Sûriyeyê piştî rûxandina rejîma Esed, Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noël Barro, bi hev re gihîştin Şamê û bi serkirdeyên nû yên Sûriyeyê re civiyan.

Her du wezîran xwestin êrişên komên çekdar ên li ser herêmên di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de bên rawestandin.

"Çareseriya siyasî"

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Kurd wek "hevpeyman"ên Parîsê bi nav kir û got: "Divê çek li bakurê welat (Sûriyê) bêdeng bin."

Jean-Noël Barro di dema civîna xwe ya bi hejmarek rêxistinên sivîl ên Şamê re civiya û tekez kir ku "divê çareseriyeke siyasî ji bo hevpeymanên Fransayê ku Kurd in, bê dîtin, da ku bi temamî di vê proseya siyasî de beşdar bin ku îro dest pê kiriye."

"Ewlehiya Kurdan girîng e"

HSD ku ji aliyê welatên Rojavayî ve wekî hevparê sereke yê şerê li dijî DAIŞê tê dîtin, ji rûxandina Esed ve, ji 8ê Kanûna Paşîn ve ketiye ber êrişên koma (Artêşa Niştîmanî ya Sûriyeyê) ku ji aliyê Tirkiyê ve tê piştgirîkirin.

Li gorî gotina HSDyê "bi lihevkirinê" li hin deveran paşve kişiyaye û li çend deveran jî şer û pevçûnên xwînî berdewam in.

Di vê derbarê de, Annalena Baerbock di konferanseke çapemeniyê de li Şamê got:

 "Ewlehiya Kurdan girîng e ji bo Sûriyeyeke aram. Ev jî pêwîstî bi dawîanîna bi wî şerî heye ku li bakur heye û her wiha pêwîstî bi wê yekê heye hêzên Kurdî tevlî artêşa nû ya Sûriyeyê bibin.”

Heta niha HTŞ, ku pêkhênerê sereke yê desthilata demkî ya Şamê ye, bi HSDyê re şer ne kiriye û vê heftiyê "berpirsên payebilind" ên her du aliyan li paytexta Sûriyeyê civiyan.

Wezîra Karên Derve ya Almanyayê pesnê wê gavê da û got:
“Ji bo dabînkirina ewlehiya rastîn ji bo hemû aliyan. Destpêkirina diyalogê bi hêzên Sûriya Demokratîk ên piranî Kurd re, gaveke destpêkî ya girîng e.”

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê jî diyar kir ku divê Sûriyeyeke serwer û aram rê nede terorîzma Îslamî.

Wezîr ji 12 endamên rêxistinên civaka sivîl ên Sûriyê re got:  

"Terorê li we xist. Terorê di qada me de li me jî xist. Ji ber vê yekê em, mil bi mil, bi taybetî bi Kurdên bakurê rojhilatê Sûriyeyê re, li dijî terorîzma Îslamî şer kirin."

"Tirkiye û hevalbendên wê ji ber HSDyê ne li hev in"

Fransa û Almanya endamên hevpeymaniyek navdewletî ne ku bi serkêşiya Amerîkayê li dijî DAIŞê şer dikin.

Welatên rojavayî HSDyê wek hevparê sereke ya xwe dibînin û mayîna wê wekî pêwîst dibînin ji bo rêgirtina li vegerîna DAIŞê, bi taybetî di demekê de ku hêza piranî Kurd nobedariya girtîgeh û kampên çekdarên DAIŞê û endamên malbatên wan dikin.

Di dema ragihandina rûxandina "xelafet"a DAIŞê ya di sala 2019an de, HSDyê destgîrkirina zêdetirî 10 hezar çekdarên DAIŞê ragihand.

Piraniya wan çekdaran endamên xelkê Sûriye û Îraqê ne, nêzîkî du hezar jî xelkê welatên din in.

Herwiha 45 hezar û 355 kes ku piraniya wan jin û zarokên çekdarên DAIŞê ne, li Kampa Holê dimînin.

Berpirsên welatên rojavayî ji Enqereyê dixwazin êrişên komên çekdar ên li ser HSDyê bên rawestandin da ku metirsî nekeve ser wan girtîgehan.

Lê Tirkiyeya endamê NATO, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ku pêkhênereke sereke ya HSDyê ye wekî beşeke Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) dibîne û çekdanîn û hilweşandina HSDyê wek mercê agirbestê dibîne.

HSD jî ragihandiye, eger agirbest bê kirin dê şervanên biyanî ji nava refên wê derkevin.

"Wezîrê Fransayê daxwaza çekdanîna HSDê nekiriye"

Serokê Heyeta Tehrîr El Şamê (HTŞ) Ehmed Şer yekşema borî ji medyaya Siûdiyê re ragihand ku hêzên Kurdî dê bibin beşek ji Wezareta Parastina Sûriyeyê.

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî jî di hevpeyvîneke vê dawiyê de bi rojnameya Şerqul Ewsetê re got:

“Em amade ne HSD bibe beşek ji artêşa paşeroja Sûriyeyê, bi wî mercî ku her du alî bi danustandinê li ser "prensîbên guncaw" li hev bikin.

Li aliyê din Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean Noel Barrot bi 12 rêxistinên sivîl ên Sûriyeyê re civiya

Berpirsê Platforma Defacto ya Diyalogê ya Şamê Şêrwan Yûsif jî tevlî civînê bû.

Hin medyayên navneteweyî îdiakir ku Jean Noel Barrot xwestiya HSD çekên xwe deyne.

Şêrwan Yûsif bû mêvanê Rûdawê û behsa civîna bi Jean Noel Barrot re kir.

Yûsif ji Nalîn Hesena pêşkêşkara Rudawê re got:

 "Wezîrê karên derve yê Fransayê qet behsa çekdanînê nekir. Tiştekî wisa negot lê tekez kir ku hevkarî di navbera wan û HSD de heye li dijî terorê."

Piştî rûxandina Beşar Esed, hevpeymaniya navneteweyî baregehên asmanî yên DAIŞê yên li Sûriyeyê bombebaran kirin.

Herî dawî balafirên şer ên Fransayê baregehên DAIŞê yên li Sûriyeyê bombebaran kirin.

Jean Noel Barrot li ser şerê li dijî DAIŞê wiha got:

"Di 31ê Kanûna Pêşîn de, yanî çend roj berê, me careke din baregeheke DAIŞê bombebaran kir.

Ji ber ku em qebûl nakin ku zindîbûna terorîzma Îslamî aramiya Sûriyeyê têk bide û gefê li ser ewlehiya Fransa û ewlehiya Ewropayê çêbike."